Nedayîna ambûlans û malên şînê ya ji bo miriyan ket rojeva Meclisê 2019-11-21 15:32:14   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, nedayîna ambûlansê û mala şînê ya ji bo siyasetmedarê kurd Hasan Eskîcîoglû li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, bir rojeva Meclisê.    Siyasetmedarê kurd Hasan Eskîcîoglû (49) ku beriya 7 mehan di çarçoveya doza ku bi hinceta "endamê rêxistinê" ye lê hatibû vekirin de hatibû girtin, duh li Girtîgeha Mêrdînê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Polisan destûr nedabû ku malbat cenazeyê Eskîcîoglû ji Mêrdînê bibe Nisêbînê. Li Nisêbînê jî qeyûmê ku tayînî Şaredariyê Nisêbînê hatiye kirin, destûr neda malbat şîna xwe li mala şînê ya şaredariyê deyne. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, têkildarî vê pêkanînê, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.    Dundar di pêşnûmepirsa xwe de qala rewşa tenduristiya Eskîcîoglû ya beriya mirinê wî û pêkanîn dema veşartina wî kiriye û têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîr Soylû kirine:   * Hûn hin ji gef û tundiyên ku li dijî cenazeyê Hasan Eskîcîoglû hatiye pêkanîn haydar in?     * Bi kîjan hinceta qanûnî ambûlans ji bo cenazeyê Hasan Eskîcîoglû nehatiye dayîn? Fermana nedayîna ambûlansê ji aliyê kî ve hatiye dayîn? Derbarê van kesan de dê lêpirsîn bê destpêkirin?    * Çima destûr nehatiye dayîn ku malbat merasîma cenaze li dar bixe û ferdên malbatê tevlî karê veşartina cenaze bibin? Ev astengî bi fermana we pêk hatine? Heke fermaneke we têkildarî mijarê tunebe, hêzên ewlehiyê vê hêzê ji kur digirin?   * Çima hatiye astengkirin malbat hem li malên şînê yên şaredariyê hem jî malên şînê yên şexsî şîna xwe deyne? Ev astengî, hiqûqa neyartiya li dijî kurd û siyasetmedarên kurd nîne?