KESK: Bi qeyûman rantê belav dikin 2019-11-21 15:31:14   AMED – Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê li dijî qeyûm û KHK’iyan daxuyanî da. Serokê TUMBEL-SEN’ê Erdal Bozkurt di daxuyaniyê de got: “Yek armanca qeyûman heye ew jî rantê li AKP’iyan û rêxistinên nêzî xwe belav dikin.”    Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman û karmendên bi KHK’iyan hatin îxrackirin li Kuçeya Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Heverokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, rêveberên navenda KESK’ê, Serokê Giştî yê TUMBEL-SEN’ê Erdal Bozkurt û rêveberên şaxên KESK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em destwerdana li dijî îradeya gel qebûl nakin” vekirin. Li ser navê KESK’ê Erdal Bozkurt daxuyanî da.    ‘GEL CEZA DIKIN’    Bozkurt tayînkirina qeyûmên bo şaredariyên HDP’ê bi bîr xist û got: “Pêvajoya tayînkirina qeyûman didome. Îqtîdar bi polîtîkaya qeyûman dixwaze tola xwe ji gel hilde û dixwaze di şexsê hilbêjiran de gel ceza bike. Li ser fermana Wezîrê Karê Hundir qeyûm tê tayînkirin. Lê gel qeyûman qebûl nake û pê qanih nebûye. Tekane armanca van mudaxeleyên antî demokratîk heye ew jî AKP dixwaze şaredariyê ji gel veqetîne û ji nûve talan bike, dixwazin bi rêbaza qeyûman ji xwe re qesrên biçûk çê bikin û rantê li AKP’iyan û rêxistinên nêzî xwe belav bikin. Em dixwazin dawî li vê polîtîkayê were anîn.”    ‘HEZAR Û 500 HEVALÊN ME JI KAR HATIN AVÊTIN’    Bozkurt bal kişand ser dema qeyûmên serdama bihûrî û got bi hezar û 500 endamên sendîkaya wan bêyî tu hênceta hiqûqî were nîşandan ji kar hatin avêtin. Bozkurt da zanîn ku armanca van polîtîkayên AKP’ê ew e ku her deverê girê bide xwe û li gorî xwe biryarê bide.    ‘AKP WELAT BI DARBEYAN BIRÊVE DIBE’    Piştî Bozkurt, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî axaftinek kurt kir û gotinên AKP’ê yên dema nû hat ser îqtîdarê bi bîr xist û di pêvajoya niha de AKP welat bi OHAL, KHK’iyan, qeyûman û darbeyên sivîl û siyasî birêve dibe. Bozgeyîk diyar kir ku divê endam û rêveberên şaxên wan ên hatin îxrackirin demildest vegerin karê xwe û ew ê bi baweriya aştî û demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “KHK dê biçin em ê bimînin” bi dawî bû.