1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê pêk hat 2019-11-21 15:00:00   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk bi dirûşmeya "Avakirina Pergala Demokratîk,  Avakirina Jiyana  Azad e" bi beşdarbûna 320 delegeyan dest pê kir.   Li Wargeha Penaberan a  Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’emîn Kongreya Meclîsa  Gel a Demokratîk bi dirûşmeya "Avakirina Pergala Demokratîk,  Avakirina Jiyana Azad e"  bi beşdar bûna 320 delegeyan destpêkir. Kongreyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Filîz Budak axaftina vekirinê kir.    Hevseroka Meclîsa  Gel a Demokratîk Filîz Budak 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk ewil li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên kurd ên li berxwe didin, berxwedana Rojavayê Kurdistên û li tevahî delege û mêhvanên amede pîroz kir. Budak wiha got: "Em Kongeraya xwe di demekî wisa de pêktînin ku her çar aliyên Kurdistan û cîhênê di nava alozî û krîzên cur be cur deye. Ji bo vê yekê pêvajoya ku em tê de derbas dibin, divê em biavakirina pergala demokratîk û jiyan azad bibin serkeftinê. Ji ber ku em di pêvajoyek wisa awerte de derbas dibin ku qedera me hemuyan divê pêvajoyê de derbas dib. Yek ji van jî cenga mezin a ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê kirine, ji bo ku em vê cengê Rojava bibin serkeftinê divê ku em biawayekî hîn aktîf li ber xwe bidin heta serkeftinê. Li ser vî esasî em dubare 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî li tevahî mêhvan û delegeyên amede, şervanên azadiyê yên ku di çeperên pêş de li berxwe didin, girtiyên zindanan pîroz dikin. Bi hêviya ku ev kongre bibe wesîleya azadî serkeftinê.”   Piştî axaftina vekirinê dîwana kongreyê hat hilbijartin. Kongre bi nîqaşan didome.