Nûçegihanê Rojnewsê Biradostî 4 mehin di bin çavan de ye 2019-11-21 14:55:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê Ajansa Rojnewsê Zûbêr Biradostî ê di 21'ê Tebaşê de hat binçavkirin, 4 mehin di bin çavan de ye.   Di 21'ê Tebaxê de nûçegihanê Ajansa Rojnewsê Zûbêr Biradostî li herêma Biradost ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate binçavkirin, hêj nehatiye darizandin û nayê zanin ji ber çi demê hatiye binçavkirin. Biradostî 4 mihin li bajaroka Pîrmam a ser bi parêzgeha Hewlêrê di bin çavan de tê girtin.   Heta niha nayê zanîn Biradostî ji ber çi hatiye binçavkirin. Tevî ku Biradostî rojnamegere û divê li gorî yasaya hejmara 35 a sala 2007'an a rojnamegeriyê ya Herêma Kurdistanê nêzî bibin, lê hîn nehatiya berdanê. Rojnameger Zûbêr Biradostî di meha adara îsal de jî li gundê Deştî Hîrtî ya herêma Biradostî ji aliyê asayîşê ve hate binçavkirin û piştî 24 saetan hate berdan. Piştî ku hate berdan got;"Ez hişyar kirim ku li wan herêmên ku baregehên dewleta Tirk lê ne, nabe bi tu awayî daxuyaniyan ji xelkê bigirî û qala dagirkeriyê bikî. Eger dixwazî li ser vê mijarê kar bikim."   Li gorî benda yek a madeya 2 ya yasaya jimara 35 a sala 2007'an a rojnamegerî ya Herêma Kurdistanê,"Rojnameger azade û ti sansûr li ser nîne. Azadiya ramanê û azadiya belavkirinê ji bo welatiyan destdaye." Herwiha di benda yek a madeya heft a heman yasayê de tê gotin ku rojnameger serbixwe ye û ji bo pêkanîna erkê pîşeyê xwe ji derveyî desthilata yasa, ti desthilat di ser de nîne. Li gorî yasa jimara 11 ya sala 2013'an ya Yasa Mafê Destketina Zanyariyan a Herêma Kurdistanê,mafê gihandina zanyariyan heye ku rojnameger bigihînin civakê. Di yasaya rojnamegerî de bi ti awayan qala ragirtin û binçavkirina rojnamegeran nayê kirin. Heta ku dema zanyariyên şaş ji bi weşîne di warê madî te tê cezakirin, ne ku girtinê. Li gorî madeya 13 ya heman yasayê, divê Desteya Wezîran, aliyên peywendîdar vê yasayê pêk bînin û li gorî wê kar bikin."    Tevî van hemû yasa li Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine erêkirin jî, lê li Herêma Kurdistanê berevajî rojnameger tên binçavkirin û li gorî yasayê nêzî wan nabin. Ev jî binpêkirina yasayê û karê rojnamegeriyê sînordar dikin.