Birayê Qeymeqam Safîturk: Faîlê sereke midûrê polîsan e 2019-11-21 14:41:37   DÎLOK – Danişîna doza kuştina Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammet Safiturk ji nûve hat dîtin. Birayê qeymeqam Safîturk Alî Haydar Safîturk, wekî şahid beşdarî danişînê bû û got: "Berpirsiyarê sereke yê kuştina birayê min midûrê polîsan e."    2'emîn Danişîna doza 8 kesên ji kuştina Qeyûmê Dêrikê Muhammet Safiturk tên darizandin, li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê dest pê kir. Di danişînê de bersûc Fîkret Bagi, Mehmet Denîz, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Zinet Erdaş, Zuhal Dalçin û parêzerên wan amade bûn. Dîsa parêzerê mexdûr Ferhat Îbrahimoglu, Dirok Amar û Hatip Mercan amade bûn. Di danişinê de malbata Safiturk jî amade bûn. Waliyê Dîlokê Davut Gul û şaredarê Şahînbey Mehmet Tahmazoglu û malbatên tên tawanbarkirin jî doz şopandin. Di danişînê de bersûc Nursel Eren bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bû. Îfadeya Eren nehat girtin û biryar girtin ku di danişînek din de îfadeya wî bigirin.   Piştre li bersûc Mustafa Dinçer guhdar kirin. Dînçer, diyar kir dema bûyer pêk hat, li qeymeqamiyê ajokar bû û wiha got: "saet di 12.00'an de ji bo ez bataryayê bêtêlê bigirim çûm midûriyeta polîsan. Piştî min bataryayên bêtêlê girtin ez vegeriyam qeymeqamyê. Ez derbasî salona civînê bûm. Piştî civînê ez çûm min dît du endamên tevgera taybet û polîsê parazvan li wir bûn. Gava ez ketim hundir teqîn pêk hat. Teqînê pişta min birîn kir. Piştî teqînê Tahsin Erdaş, ez û Beşîr ê li maliyê peyvirdar me qeymeqam beg daxist xwar. Vedat digot ambulans  û dikir qêrîn. Dema me qeymeqam daxist jêr amirê polîsan hat. Xwest mudaxaleyî peyvirdarê tenduristiyê bike. Ez nizanîm kê bûyer pêk anîye. Piştre    ‘ÇIMA QEYMEQAM ANÎN DÎLOKÊ YA 300 KM DÛR E ?    Parêzerê malbata Safîturk Dursun, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê bersîv nedaye wan û wiha got: "Divê Wezareta Tenduristiyê têkildarî mijarê belgeyên fermî bide. Ewil Qeymeqam rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, ji wir jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û ji wir jî şandin Nexweşxaneya Dr. Ersin Arslan a Dîlokê. Nexweşxaneya Eskerî ya Amedê 90 kilometre dûr e. Lê çima 300 kilometre dibin Nexweşxaneya Dîlokê?"    ‘BILA ÎFADEYA MIDURÊ POLÎSAN JÎ BÊ GIRTIN'    Bavê Safîturk Asım Safiturk jî axivî got: "Piştî teqînê rayedaran got 'Ev bûyer di nava dewletê û rêxistina terorê de ye. Hûn nekevin navberê, em dê hal bikin. Ji ber vê yekê em neketin navberê. Piştî bersûcên ji doza Safîturk hatin beraetkirin, em ketin nava fikaran. Em ji midûrê polîsan dikevin nava fikaran. Ez bawer dikim ku tiliya midûrê polîsan di navde heye. Hêj li ser kar e. Bûyer berê hatiye plankirin. Dema kurê min birin Kızıltepe çima helîkoptera ambulans nexwestin. Di kuştinê de hem zanebûn û hem jî sersarî heye. Divê midûrê polîsan bê cezakirin.    BERPIRSIYARÊ SEREKE MIDÛRIYETA POLÎSAN E    Biraye Qeymeqam Alî Haydar Safiturk jî xwest ev bûyer rast û baş bê lêkolînkirin û wiha got: "Berpirsiyarê sereke yê vê bûyerê midûriyeta polîsan e.  Amîrê polîsan delîl tune kirine. Ev amîr nikare dewletê temsîl bike. Divê amîr bê cezakirin. 3 salin çima îfadeya amîrê polîsan negirtin. "    Heyetê piştre xwest bersûc Nursel Eren bi rêya SEGBİSê îfade bide û şahid  Mehmet Kahraman jî bi rêya SEGBİS’ê îfade bide. Dîsa Hakan Kutluay li ku peyvirê dike divê ji Midûriyeta Polîsan a Enqereyê re nivîs bê şandin. Dema bersîv hat jî bi rêya SEGBİS’ê îfade bide. Disa şahid Yasemin Gokbaş, Rojin Aydın, Hulya Gur jî wekî şahid îfadeya wan bê girtin. Dîsa ji Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê re nivîs bê şandin û raporên îstihbaratê yên têkildraî bûyerê bê xwestin. Ji bo telefona Iphone bê lêkolînkirin, nivîs ji Midurê Şaxa Sûcên Siber a Enqere re nivîs bên şandin. Heyetê danişîn taloqî 23'ê Çile kir.