Surucu: Ji serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin 2019-11-21 14:00:38   RIHA - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, têkildarî girtina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ev tişt got: "Ji vîn, serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin."    Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Rihayê, li avahiya xwe têkildarî girtina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk civîneke çapameniyê li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, di civînê de axivî û diyar kir ku şaredariyên wan di hedefa desthilatê de ne û wiha got: "6 şaredariyên me ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinê û 14 şaredariyên me jî bi tayînkirina qeyûman ji aliyê AKP'ê ve ji destê me hatin derxistin. Bi giştî qeyûm tayînî 30 şaredariyên me hatin kirin û vîna gel tune hat hesibandin. Di hefteya 25'ê mijdarê de desteserkirina şaredariyên me nîşan dide ku desfkeftiyên jinan di hedefê de ne. Qeyûmên ku hatine tayînkirin weke karê destpêkê sazî û destkeftiyên jinan jinan kirine hedef û saziyên jinan girtine. Ji vîn, serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin."