Dozger ji bo Bîlîcî 15 sal ceza xwest 2019-11-21 13:48:21   AMED – Dozger derbarê doza Cîgirê Hevserokên ÎHD’ê Racî Bîlîcî de mutalaya xwe eşkere kir û xwest Bîlîcî di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de bê cezakirin.    Danişîna Cîgirê Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî ku ji ber amadekirina raporên binpêkirina mafan, beşdariya civînên rêxistinên maf û xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye doz lê hatibû vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Bîlîcî bi îdîaya “Endamê rêxistinê ey” tê darizandin. Dozger derbarê Bîlîcî de mutalaya xwe eşkere kir û ji dadgehê xwest Bîlîcî di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de bê cezakirin.    Dozger îdîa kir ku KCD girêdayî KCK’ê dixebite û wek organê birêvebirina Meclîsa Tirkiyê ya KCK’ê pênase kir. Dozger îdîa dike ku Bîlîcî li ser fermanên rêxistinê civîn û panelan li dar xistiye û bi fermanê moderatoriyê kiriye.    Bîlîcî û parêzerên xwe Bariş Yavûz, Serdar Çelebî û Mehmet Oner di danişînê de amade bûn. Parêzeran piştî mutalaya dozger derbarê esasê de ji bo parastina xwe bikin dem xwestin.    Dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî dîrokek pêş kir.