Tum Bel Sen: Qeyûm Atîlla wekî berdevkê Memur Senê dixebite 2017-12-06 12:44:17 AMED - Cumalî Atîlla yê wekîqeyûbê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, zextan li kedkarên endamên KESK û DÎSK'ê dike ku bibin endamê Memur-Senê. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di sala 2014'an de di hilbijartinên herêm de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dest xistibû û hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli hatibûn hilbijartin. Di 1'ê Mijdara 2016'an de AKP'ê Qaymeqamê Etîmesguta Enqereyê Cumalî Atîlla wekî qeyûm tayinî Şaredariya Amedê kir. Atîlla roja ku hatiye ser kar, di her qadê de li gorî xwe guhertinan dike û herî dawî tasfiyeya li dijî kedkaran da destpêkirin. Heta niha bi rêya KHK'ê ji Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Şaxa Amedê ya Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (Genel Îş), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel Sen) a girêdayê KESK'ê, bi giştî hezar û 500 kedkar ji kar hatin îxrackirin. 600 kedkarên endamê Tum Bel Senê ne, Atîlla zextan li wan dike ku bibin endamê Memur-Senê. Qeyûm xebatên Şaxa Tum Bel Senê ya Amedê "îlegal" dihesibîne, ferman da ku hemû endamên di avahiya xizmetê de dixebitin, bibin endamê Memur-Senê.   ‘DIXWAZIN KEDKAR ÎSTIFA BIKIN’   Sekreterê Malî yê Şaxa Tun Bel Sena Amedê Bakî Ondeş der barê mijarê de agahî da, aşkera kir ku hin kedkar di sala 1995'an de endamin, di bin gefa qeyûm Atîlla de ne û dixwaze kedkar îstifa bikin. Ondeş destnîşan kir ku Memur-Sena nêzê desthilatdariyê ye, OHAL'ê wekî derfet dibîne û dixwaze ji xwe re endaman bigire û wiha got: "Her çendî berê mafên demokratîk hebûn jî Memur-Senê di şaredariyan de tu tişt nekiri. Em dibînin ku li dijî sendîkaya me êrîşên qirêj pêk tên."   Ondeş got ku "Berê 291 ji wan memurên kadro, 180 memurên bi peyman, bi giştî 471 endamên wan hatine îxrackirin" û piştrast kir ku ji ber zextên qeyûman, heta niha nêzî 200 endamên wan bi xemgînî dest ji endamtiyê berdane.   Ondeş da zanîn ku Qeyûm bi projeyên şaredariyên DBP’ê pesnê xwe didin û aşkera kir ku hemû xebatên ku ew niha dikin, şaredarên DBP'ê berê plan kirine. Ondeş der barê deynên şaredaran de jî agahî da û wiha pê de çû: "Şaredarên DBP'ê bi butçeya xwe ya cewherî xizmet pêk tanîn. Lê qeyûman serî li deynan da. Dema qeyûm hatin tayînkirin, li gel deynên cuzî, di kaseyan de gelek pere hebû. Mînak Şaredariya Peyasê, şaredariya hateya wê zêde û deynê wê herî kêm e û di nav şaredariyan de di rêza 8'an de ye. Lê îro dema em lê mêze dikin, ji ber pereyê li Îller Bankasi hatiye kişandin, 30 milyon TL di binê deyn de ye.   Ondeş diyar kir ku li gel vî deynî, xebateke bi rêk û pêk nedîtine û xwest mufetîş vê yekê lêkolîn bikin.   QEYÛM RENDEVÛYÊ NEDA   Der barê îdiayan de me xwest em xwe bigihînin Qeyûm Cumalî Atîlla. Midurê Nivîsgeha Taybet Ahmet Altan, destpêkê aşkera kir ku daxwaza we hatiye qebûlkirin, piştre da zanîn ku ev nehatiye qebûlkirin. Yekîneya çapemeniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin piştî demek kurt agahî da, destnîşan kir ku qeyûm Attîla îdiayan qebûl nake û ev tişt got: "Ev îftirayeke avêtine min. Kî/ê ev agahî daye? Em ê der barê wan de serlêdana sûc bikin."   Aliyekî îdiayê jî Şaxa Memur-Senê bû, di nava rojê de me li wan geriya, bersiv nedan me.