Cenevre - 8 2017-12-06 12:22:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, di nivîsa xwe ya îro de diyar kir ku Sûriye bi perçebûnê re rû bi rû ye û wiha got: "Ji bo yekbûna axa wê were parastin û demokrasî, azadî pêk were, divê nûnertiya kurdan, MSD û pêkhateyan bê qebûlkirin."  Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser Cenevre 8 û qebûlkirina nasnameya gelên Sûriyeyê. Ehmed, anî ziman ku israra di nasnameya Komara Sûriye ya Ereb êdî bê wate ye û divê nasnameya gelên din jî bê qebûlkirin û di nava nasnameyê de gelên din jî hebe. Nivîsa Ehmed ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi ser navê "Cenevre  8" wiha ye:    Beleyeya ku nunerê netewên yekbuyî pêşkêşî herdu aliyên muzakeren Surî kir, ji ya berê cudatir bû. Hinek guhertinên cidî têde hebûn. Yek jê navî erebî ji nasnama Sûrî rakirin, ya duyemîn qebulkirina rêvebriyên herêmî ango em bêjin hikumetên xwecihî bêtir rastir be. Ev belge girînge. Lê hîn jî bi tirşe hatî amade kirin. Rewşa Surî a di rastiyê de heyî, di rewşa perçebunêdeye. Ji bo yekbûna axa wê were parastin û demokrasî, azadî pêk were, hinek mijarên di belgeya dîmstora de hatî ziman girîng in. Û pêwîste cidî li ser were rawestîn. Rêjîm bi biryara hevkarên xwe vekişiya û got belkî car din venegere. Yanî ew bi yek carî ne amadeye bi tu alî re muzakeran bike. Ew dixwaze car din vegere mîna salên beriya 2011'an. Gruba qaşo şanda muxalefetê, berî nerîna xwe li ser helwesta rêjîmê bide, li ser belgeya dîmistora daye. Hinek ji wan dibêjin derxistina peyva erebî ji navî cumhuriyeta surî xeta sore û îxanete, xuyaye çiqas kesayet tên guhertin lê helwest wek berê dimînin.    Ger rêjîm heya niha qebûl nake yek gavê ber bi çareseriyêve bavêje û muxalefet jî hîn Erebbûnê wek nasnama qûtsal a gelên Surî teva dibîne, tê wateya ku herdu alî li ser yek xetê dimeşin û herdu rûyê yek madalyonê ne. Her ku cinêv li dar dikeve, hêviyek nû di gel de tê avakirin ku wê çareserî çê bibe. Lê ji ber ku armanc ne çareserî ye, car din çîrok vedigere serî. Bi rastî ger rêjîm guhertina neke xeteriya perçebûna Surî li holê heye. Ger muxalefet li ser gotina erebî pevçûna bike û nebîne ku Surî piraniya wê buye walatê xerîban, ewê Surî tevda winda bikin. Kesên şer dikin ji ber rêjîmê de ne Surîne, ev yek rewşê diguhere, u xeternake.   Sutşî ev cara çaremîne tê derengî xistin. Kî paşde dide û ji bo çî? Hewldan hebûn ku Sutşî rola cinêv bigre. Lewra şanda rêjîm xwe ji cinêv vedikşîne, xuyaye heya niha ev kongre hîn rojeva wê zelal nebûye. Sifeta navnetewî nestandiye. Turkiye hem ji sozên xwe ên bi Rûsya re daye di astana de vedigere û hem ji bo Şutşî bi tevlîbûna Kurdan çênebe gelek dixebite. Carekê îlan bû ku wê Kurd beşdar Şutşî bibin. Waşînton jî daxwaza beşdarbûna Kurdan ji cinêv re kir. Ev herdu helwest Tirkiyepir tengav kir. Li ser hev dixwaze bîne bîr ku ferqa YGP'ê û PKK'ê tune ye û hawar dike. Xwe davêje aliye Rûs û Îran û xwe amade kir ku bi rêjîma Surî re bikeve nav hevkariyê. Bi Emerîka re dubare dubare, wek û serokê emerîka soz daye ku ew desteka xwe ji YPG'ê bibire, gava ku ev pêk nayê wek dîna dibe. Dibe Astana erka xwe bi dawî bike, Tirkiye soz dabû ku tenê çavdêran bişîne Surî, lê ew bi tang û top û leşkerên xwe ve hat, niha jî dibêje çima îzin nayê dayîn ku em êrîşî Efrîn bikin. Rewşa Tirkiye mîna zindiyê li ser darbestê ye. Ne dikare mîna berê vegere û ne jî dikare pêşde here.    Di sala 2018'an de wê hinek mijarên siyasî zelaltir bibin. Dawîbûna DAIŞ'ê nehatiye wateya ku pirsgrêk nemane. Berovajî wê, ev şer rewşek wiha li du xwe dihêle. Rewşek kaos, wê kî karibe van leşkerên mane kontrol bike? Wê kî karibe şerê navber baweriyan de derkeve kontrol bike? Bi taybet gava rêjîm li a xwe siwar bû û got em car din bas dikin desthilat, Wê demê elewî û sûnî wê bikevin nav şerek gelek xerab ku Surye ji bin dernekeve.   Beşdarbûna Kurda û nunerên MSD'ê ji muzakeran re mijarek girîng e ji bo çareseriyê. Çiqas ew ji muzakeran werin dur xistin tê wateya ku hîn ji bo çareseriyê ne amade ne. Û ew ne cidî ne ji bo çereseriyê. Mijul dikin û zeman qezenc dikin.