Di doza Yuksekdag de heyetên biyanî nexistin salonê 2017-12-06 11:41:17 ENQERE – Doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag dest pê kir. Heyeta biyanî ku ji bo dozê bişopînin hatin Sîncanê nexistin hundirê salonê.  3'emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê ku dadgehê wekîltî û endamtiya wê ya partiyê betal kir Figen Yuksekdag, li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat ditin. Yuksekdag anîn salonê û li salonê amade bû. Beriya rûniştina dozê dest pê bike gelek endam û rêveberên partiyen siyasi bi otopusan hatin ber dadgehê. Rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin ewil negirtin hundirê salonê. Piştî parêzer û wekilên HDP’ê bi heyeta dadgehê re hevditin pêk anîn, destûr dan ku rojnameger têkevin salonê. Heyetên biyanî ku ji bo dozê bişopînin jî bi sedema “Ferman heye" destûr nedan ku têkevin salonê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevserokê Gişti yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û gelek wekilên HDP’ê tev li dozê bûn.    Heyetên ku dixwazin doza Yuksekdag bişopînin wiha ne: Partiya Çep a Fransa, Partiya Komînîst a Fransa, Karkerên Îtalya û Tevgerên Demokrat, Partiya Demok a Civakî ya Swêd, Partiya Sor a Norveç, Partiya Demokrat a Civakî ya Norveç, SRİZA ya Yunanîstan, Parezer û aktîvîstên mafên mirovan ên Îngîlistanê, Partiya Demokrat a Civakî ya Alman, Koma Çep ya Parlamentoya Ewropa, Sinn Fein a Îrlandayê, Partiya Karkeran a Îrlanda, Sendikaya Giştî ya Britanya, Koma Yekîtiya Kesk-Sor a Danimarka û Nûnerên Lîberal a Danimarka li dervê dadgehê rawestiya ne.