Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin 2019-11-20 11:55:26 ENQERE - Di doza darizandina bersûcên xwendekara zanîngehê Şûle Çet a 22 salî de, dozger ji bo bersûc Çagatay Aksû cezayê “Muebetê” û ji bo Berk Akad jî, 20 sal cezayê girtîgehê xwest.    Xwendekara Zanîngeha Gazî ya Enqerê Şûle Çet a 22 salî di 29’ê Gulana 2018’an de, bi awayekê bi guman ji qata 20’emîn a Yelken Plaza ketibû xarê û jiyana xwe ji dest dabû. Çagatay Aksu (34) û Berk Akand (33) derbarê mirina Çet de hatibûn girtin û bi îdîaya “bi zanebûn kuştin” û “Êrîşa zayendî û gef li azadiya kes xwarin” doz li wan hatibû vekirin. 5’emîn danişîna doza Şûle Çet li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.   Malbata û parêzerên Şule Çet, rêxistinên jinan, bavê Ceren Damar Şenel a ji aliyê xwendekarê xwe ve hat qetilkirin. Keça Fatma Şengul a hat qetilkirin Açelya Şengul beşdarî danişînê bûn. Bersûc Berk Akand û Çagatay Aksû di danişînê de amede bûn. Danişînê bi guhdarkirina şahidan dest pê kir. Hevalê Şûle yê zilam Muhammed Fûrkan ku şahidî kiribû, carek din hat guhdarkirin.    Muhammed Fûrkan, diyar kir ku tu pirsgirêka Şûle ya derûniyê tune bû û wiha parastin kir: “Keyfxweş bû. Dermanekê ku bi kar dianî tune bû. Dema bi min re bû jî tu carî ji bo pirsgirêka derûniyê neçû nexweşxanê.” Dûre ji parêzerên gazindker Onur Tatar parastin kir    ‘HEMÛ DELÎLÊN TÊKILDARÎ ROJA BÛYERÊ HATIN JÊBIRIN’   Piştre parêzerê gazindker Umur Yildirim parastin kir û wiha got: “Ev doz, dozeke êrîşa zayendiye. Hemû delîlên têkildarî roja bûyerê hatine jêbirin.”   DOZGER MUTALAA DA    Dozger piştî parastina parêzeran mutalaaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger xwest ku bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê û êrîşa zayendî” cezayê muebbeta giran li Çagatay Aksû bê birîn û 20 sal cezayê girtîgehê ji bo Berk Akand bê dayîn.    BERSÛC AKSÛ: GER SÛC HEBE MIN DARVE BIKIN   Bersûc Aksû piştî mutalaaya dozger, wiha parastina xwe kir: “Em vale razane. Birêz dozger xwezî di danişîna yekemîn de mutalaaya xwe xwendiba. Hûn çawan hîna jî behsa êrîşa zayendî dikin? Bi kesekê ku hûn bi hevre guvendê digerînin re çawan dibe ku hûn tecawîzê wê bikin? Tiştên tewşo mewşo ketin vê dozê de. Pir aşkereye ku me ev sûc nekiriye. Ger sûc hebe, min derve bikin. Êdî hûn jî li gorî wijdanê xwe tevbigerin.”    Bersûc Akand jî, bi van gotinan parastina xwe kir: “Ez wê şevê bêxew bûm. Li ser kursî razayî bûm û niveka şevê bi karesatek mezin şiyar bûm. Ez hatim şiyar kirin. Çagatay çep û rast kom dikirin. Hûn wisan dizanînin ku ez pir ji rêzê jiyar bûme. Ez tenê dizanim Çagatay tecawîzê keçekê nekiriye û ne kuştiye. Ger min tiştek derbarê Çagatay de zanibûya minê bigotiba.”