HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin 2019-11-20 11:34:45 ENQERE – Parlamenterên HDP’ê di hevdîtinên butçeyê de bi wêneyan, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yê silav neda wan şermezar kirin.  Hevdîtina butçeya sala 2020’an a Wezareta Karê Navxweyî ku li Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclîsê didome bi nîqaşa “destê xwe dan hev” dest pê kir. Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu hat salona hevdîtinê û destê xwe neda destên parlamenterên HDP’ê ku endamên komîsyonê ne. HDP’iyan bertek nîşanî vê yekê dan. Endamên AKP’ê yên komîsyonê ji ber ku HDP’î ranebûn ser pêya, HDP’iyan bi bênezaketiyê sûcdar kirin.    Hevdîtina komîsyonê bi vê nîqaşê dest pê kir û bû cihê şermerzarkirinê. HDP’iyan li ser maseyên xwe wêneyên îşkenceyê yên li gundê Şapatana Şemzînanê û navçeya Xelfetiya Rihayê li welatiyan hatibû kirin, wêneyên şaredariyên ên wan qeyûm hatine tayînkirin û weneyê parlamenterên HDP’ê yên li Kolana Îstîklala Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatibûn dorpêçkirin rêz kirin.