Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin 2019-11-20 11:21:28 DÎLOK – Hevserokê HDP’a Dîlokê Muslum Kiliç û Hevserokê DBP’a Dîlokê Abdullah Înce jî di nav de 8 kes bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Hevserokê HDP’a Dîlokê Muslum Kiliç, Hevserokê DBP’a Dîlokê Abdullah Înce, Hevserokê HDP’a Navçeya Şehîtkamîlê Salman Tutumlu, Muslum Ozkan, Emîn Kavak, Mehmet Gumuştekîn, Suleyman Yagiz û Serdar Yildirim ên di 14 mijdarê de li malên xwe hatibûn binçavkirin ji emniyetê derxistin Dadgeha Dîlokê.    Piştî îfadeyên her 8 kesan hat girtin bi angaşta “Endamên rêxistinê en” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Siyasetmedaran şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.    Ji 57 kesên di 14’ê mijdarê de li Dîlokê hatibûn binçavkirin duh 5 kes hatin girtin û 5 kes hatin berdan. Ji 57 binçavkiriyan heta niha 13 kes hatine girtin û 39 kes hêj li emniyetê di binçavan de tên ragirtin.