‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’ 2019-11-20 10:44:09 AMED – Parêzer Çîgdem Ertak bal kişand ser binpêkirina mafan a zarokan û got: “Zarokên kurd hêj nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin.”  Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1989’an de Peymana Mafên Zarokan qebûl kir û 20’ê Mijdarê wek Roja Mafên Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Herçiqas di peyamanê de parastina mafên zarokan vê vegotin jî wek li her deverê dinyayê li Tirkiyê jî mafên zarokan tên binpêkirin. Hişmendiya mafên zarokan di nava civakê de kêm e û binpêkirinên micid diqewimin. Ev ne bes e li cihên koçberî, şer û pevçûn diqewimin jî binpêkirina mafên zarokan zêdetir dibe.    Weqfa Piştevaniya Koçberî û Mirovî (GIYAV) li Amedê 9 sal in xebatên ji bo mafên zarokan birêve dibe. Parêzera GIYAV’ê Çîgdem Ertak bal kişand ser binpêkirina mafên zarokan û rêvebera projeya GIYAV’ê Funda Bahçe jî got ew dikarin alî bidin jiyana zarokên mafên xwe dizanin.    ‘GELEK DEWLET PEYMANÊ BINPÊ DIKIN’    Ertak anî ziman ku li gelek deveran mafên zarokan tê binpêkirin û got: “Gelek dewletan peymana NY qebûl kiriye û îmze kirine. Li gel vê yekê jî gelek dewletê peymanê îmze kirine, mafên zarokan binpê dikin. Gelek dewlet zarokan ji nedîtî ve tê. Hêj em dibînin ku zarok gelek tengezariyên wek edalet, tenduristî û perwerdehiyê dikişînin û ji van mijaran nikarin sûdê werbigirin. Li Tirkiyê mafê jiyanê yên zarokan tê binpêkirin.”    ‘ZAROK NIKARIN BI ZIMANÊ DAYIKA XWE PERWERDE BIBIN’    Ertak diyar kir ku di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan a NY’yê de li Tirkiyê qanûnên parastina mafên zarokan heye û got: “Ji bo ev qanûn pêk were gelek tengezarî hene. Tirkiye hin ji van xalan dûreparêz kiriye. Yek ji van xalan jî ew e ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê ye. Tevî ku 30 sal bi ser vê peymanê de derbas dibin jî lê hêj Tirkiyê dûrparêziyê ji ser van xalan ranekiriye. Em dibînin zarokên kurd ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dimînin û bi astengiyan re hevrû ne.”    ‘ZAROK DIKARIN ALÎ BIDIN JIYANA XWE’    Funda Bahçe ya ku projeya mafên zarokan birêve dibe jî da zanîn ku ji bo ew mafên zarokan bi wan bidin fêmkirin xebatê birêve dibin û got: “Ji bo zarokek dikaribe mafê xwe dizanibe û alî bide jiyana xwe gelek girîng e. Ji bo pêşketinê gelek grîng e. Dema zarok mafên xwe hîn bûn di warê xwebaweriyê de jî gelek baş dibe. Xwebaweriya wan tê cih. Zarok tenê ji bo zarok e mafên wan hene. Mafên ku em nizanin zarokan derxistiye hene. Zarok xwe bi xwe dikare mafê xwe diyar bike. Lê dem di vir de girîng e.”    Bahçe got ew ê bi minasebeta hefteya mafên zarokan di 23’ê mijdarê de bi dirûşma “Temenê min biçûk e, mafê min mezin e” Forûma Zarokan li dar bixin.    MA – Arjîn Dîlek Oncel / Fethî Balaman