Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan 2019-11-20 10:16:13   RIHA - Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk, têkildarî dosyaya der barê wê de biryara veşartinê heye îfade neda polîsan.    Hevşaredara Navçeya Pirsûsê ya Rihayê Hatice Çevîk a di 15'ê Mijdarê de hat binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wê kirin, 5 rojin li Midûriyeta Polîsan a Rihayê di bin çavan de tê girtin. Çevîk, piştî hat binçavkirin Wezîrê Karên Hundir Qeymeqamê navçeya Pirsûsê Kenan Aktaş wekî qeyûm tayînî şûna wê kir. 2 caran der barê wê de rojên binçavkirinê hat dirêjkirin. Çevik, li midûriyeta polîsan, têkildarî dosyaya der barê wê de biryara veşartinê heye îfade neda polîsan. Tê payîn ku Çevîk îro sewqî dozgeriyê bikin.