Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye 2019-11-20 09:15:16 STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê meseleya bingehîn û sereke pirsgirêka kurd e. Tumuklu, diyar kir ku tu hikmeke gotinê nemaye û got, dem dema pratîkê ye.  Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîza siyasî û rêbazên xelasiya ji vê krîzê nirxandin.    'ÎKTÎDAR ÊRÎŞÎ HER KESÎ DIKE'    Tumuklu, destnîşan kir ku îktîdar rêya li ber siyaseta legal xitimandiye û kesên doza mafên demokratîk dikin jî krîmînalîze dike. Tumuklu, diyar kir ku hikûmet mafê gotinê, mafê çalakî û rêxistinbûyînê nade kesên li hemberî krîzê û îktîdara serdest têdikoşin û got: "Çimkî bi rastî jî ditirsin. Pergal, bi her awayî hilweşiyaye. Îktîdar întiharan û neçarseriyê hildiberîne. Êrîşî her kesên nakokiyên wê derdixin holê dike. Êrîşî kesên ji bo mafên mirovan têdikoşin dike."    'HIKMÊ GOTINÊ NEMAYE'    Tumuklu, bal kişand ser girîngiya piştevaniyê ya ji bo HDP'ê ku zext û zorî pir li ser hene û got: "Yanî divê xwedî li kirdeya sereke ya kurdan, yanî xwedî li kurdan bê derketin. Çimkî, pirsgirêka bingehîn û sereke ya vê erdnîgariyê meseleya kurd e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî muxatabê mezin HDP ye. A me jî mîsyoneke me ya ku em biçin cem bindestan û kedkaran û rêxistinbûyînê bikin. Heger nahêlin em li Alsancaka Îzmîrê, li Qada Taksîmê daxuyaniyê bidin, nexwe divê em jî biçin taxan. Li vê erdnîgariyê êdî hikmê gotinê nemaye. Dem dema pratîkê ye. Rêya hikma gotinê jî, çûyîna cem mirova ye. Divê behsa neheqiyê, behsa rewşa heyî, behsa krîza ku faşîzm tê de ye û divê behsa xelasiya ji vê krîzê bê kirin."    Tumuklu, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got, bi hezaran sal in gelê kurd li erdnîgariya Rojhilata Navîn, gelê herî girîng e. Tumuklu, diyar kir ku dîrokê tim kurd perçe kirine û got: "Şer û rageşiya di navbera eşîretan de û welatên vê yekê bi rê ve birin. Gava Bedirxaniyan serî rakir, li asûriyên li cem xwe qelibî. Ên keldanî kuştin, eşîretên li cem wan bûn. Kurd,, ji derheqê vê yekê derketin. Ev ji bo yekîtiya Kurdistanê pir girîng e. Di heman demê de ev yek jî nîşan daye ku siyaseteke nû bê afirandin."    'ŞOREŞEKE CIVAKIYÎ AFIRAND'    Tumuklu, diyar kir ku li Rojavayê pergaleke ku gel bi hev re dijîn, di şert û mercên wekhev de dijîn hat avakirin û got, sedema êrîşên tên kirin jî ji ber vê rewşa berbiçav e. Tumuklu, got: "Rojava tenê ne ji bo kurdan, ji bo tevahiya cîhanê bû mînak û hevsengiyên heyî xera kir. Ev yekîtiyeke mezin e. Yekîtiya gelên Rojhilata Navîn e. Ji bo me sosyalîstan ceribandineke girîng e. Li rojavayê meclîsa gelan tê avakirin. Yekîtiya kurdan ji vê şoreşê ne serbixwe ye. Şoreşeke civakiyî hat avakirin. Şoreşa Rojavayê dilê vê yekîtiyê ye."