Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû 2019-11-19 19:25:38 AMED- Şîna malbata endamê QSD'ê Serkan Dagderen, piştî 3 rojan bi dawî bû. Şîna Malbata endamê QSD'ê Serkan Dagderen (Agir Amed) ku di 13'ê Mijdarê de di êrîşên Tirkiyeyê yê li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyê de jiyana xwe ji dest dabû û li gundê Mîrqulya yê Bismila Amedê şîna wî hatibû dayîn, piştî 3 rojan bi dawî bû. Reveberên HDP'a Amedê, navçeya Rezan, Peyas, Yenîşehîr, Sûr û Bismilê, reveberên MEBYA-DER û TUAY-DER'ê û gelek welatî çûn şînê û sersaxî ji malbatê xwestin.