Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin 2019-11-19 16:35:14   STENBOL - Xebatkarên Rojnameya Atilim, piştî çalakiyên wan ên sala 25'emîn ji aliyê Walitiya Stenbolê jî hat qedexekirin, li Şaxa ÎHD'ê daxuyanî da û got: “Em wekî kesên kevneşopiya azad dişopînin, em gavekê jî paşve navêjin."    Xebatkarên Rojnameya Atilimê, di 25'emîn salvegera avakirina xwe de xwestin li Navenda Çandê ya Bostanci daxuyaniyê bidin. Walîtiyê destûr neda. Xebatkarên Rojnameya Atilim, têkildarî qedexeya çalakiya xwe ya li Navenda Çanda Bostanciyê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salona ÎHD'ê "Qedexe nikarin me asteng bikin û Em pêngava 25'emîn bilind bikin" vekirin. Di civînê de Hevseroka Gişti ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Endamên SGDF'ê û SODAP'ê Meclîsa Jinên Sosyalist  a Stenbolê Ezgi Bahçecî, Rêveberên HDP'ê Erdal Avci û Elif Bulut amade bûn. Serokê Giştî yê Basin-Îşê Faruk Eren, diyar kir ku ew dibînin dê rojnameyek Sosyalist rawestînin. Seroka Şaxa ÎHD'ê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku li gorî zagonan jî nekarîbûn mafê xwe biparêzin. Li dijî neheqiyê ji bilî têkoşînê tu şensê me tune ye. Em li gel çapemeniya azad in."    Xwediyê Rojnameya Atilim Îsminaz Temel, jî anî ziman ku walîtiyê erka xwe kiriye wekî çekekê û li dijî muxalefeta civakî bikar tîne. Temel, anî ziman ku wekî kesên kevneşopiya çapemeniya azad didomîne dê gavekê jî paşve navêjin.