Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î 2019-11-19 13:07:53 NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di encama “nelihevkirina eraziyan” de 4 kes hatibûn kuştin û 6 kes jî birîndar bûbûn. Derbarê wekîlê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol, kurê wî û birayên wî de li 8 kesan doz hatibû vekirin. Ji bo Zulfîkar Îzol ê bi “Kuştinê pê dan kirin” dihat sûcarkirin, biryara “neşopandinê” hat dayîn.  Li gundê Çeltîk ê bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve di 15’ê hezîranê de di navbera ferdên malbata Îzol de li ser “nelihevkirina eraziyan” li hev dan. Bira û kurê parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol bi çekan êriş kiribûn û komkujiyek pêk anîbûn. Di êrişê de Zozan Îzol (42) û Hakki Îzol (49) ên hevjînên hev, Meral Îzol (42) û Mustafa Serdar Îzol (24) di êrişê de hatibûn kuştin û 6 kes jî birîndar bûbûn. Ridvan Buluş (30) û Serdar Delen (31) jî otomobîla birîndaran radikir nexweşxaneyê li wan qelibî û wan jî jiyana xwe ji dest dabû. Dozgeriya Kojmarê ya Siwêregê lêpirsînê qedand û derbarê Zulfukar Îzol û kurê wî û birayên wî jî di nav de li 8 kesan doz hat vekirin.    Di îdianameyê de derbarê Zulfukar Îzaol, birayên wî Bulent Îzol, Servet Îzol, Cemal Îzol û Cîhan Îzol û kurê wî Mehmet Fatîh Îzol û ji heman malbatê Mehmet Metîn Îzol, Mustafa Serdar Îzol, Serhat Ferman Îzol bi sûcdariya “4 kesan bi qestî kuştin û 6 kesan jî hewldana bi qestî kuştin” cezayê hefsê ya 4 caran girankirî ji 83 salan heta 128 salan hat xwestin.    BIRYARA ‘NEŞOPANDINA’ DAN AKP’YÎ ÎZOL    Ji bo Zulfîkar Îzol ê bi “Kuştinê pê dan kirin” dihat sûcarkirin, biryara “neşopandinê” hat dayîn.    Di îdianameyê de hat gotin bersûc Servet Îzol û Cîhan Îzol ji erebeyê peya bûne û bi çeka navê wê M-16 êrişî Hakki Îzol kirine û wî de mesafeyek nêz de kukştine.    Her wiha di îdianameyê de hat gotin “Komkujî bi plangerî pêk hatiye.”