Avahiyên mezin ên li Îzmîrê yek bi yek bilind dibin 2017-12-06 09:37:21 ÎZMÎR - Berdevkê Meclisa Jiyan û Ekolojiyê yê HDK'ê Erol Akcan, diyar kir ku li çar aliyên Îzmîrê avahiyên bilind tên avakirin û tenê ji vana 110 heb li herêma Salhaneyê ye, aşkera kir ku gelek herêm di warê jeofîzîkê de ne li gorî avahiyan e. Li Îzmîrê ji bo ranta aborî bi dest bixin, li navçeyên Karabaglar, Mîmkent, Salhaneya Bayrakli, Egekenta navçeya Konakê û li Basmaneya binatara Kadîfekaleyê, avahiyên bilind tên çêkirin. Projeya ku zerarek mezin dide rûçikê bajêr, di warê ekosîstemê de, îhaleyên projeyê dane Koma Saya ya girêdayî Ethem Sancak, DAP Yapi û Duraklar Holdîngê. Ev şirketên mezin berê jî Stenbolê talan kiribûn. Berdevkê Meclisa Jiyanê û Ekolojiyê yê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Akcan, projeyên li bajêr wekî "Şirketên înşaetê yên li Stenbolê anîn Îzmîrê" pênase kir.   Akcan da zanîn ku di çarçoveya Qanûna Der Barê Veguhestina Qadên Di Binê Xetereya Afatê ya hejmar 6306'an de, li Îzmîrê di sala 2012'an de "Qanûna veguhestinê" hatiye derxistin, bi derxistina qanûnê re bi taybetî koçkirina bi darê zorê ku li dijî bajarên cuda dixin merıyetê, li Îzmîrê jî dixin pratîkê û dixwazin gel ji cih û warên wan bar bikin.   'LI ÎZMÎRÊ BI SEDAN PROJE HENE'   Akcan anî ziman ku pirsgirêkên li Stenbolê li cihên welatiyên xizan diqewimin, li Îzmîrê jî bi dilşewatî xwe didin der û wiha axivî: "Tovên civakî û piştgiriya heyî ji holê radikin. Mirovên li bajar û navçeyên cuda hatine, di nava vî bajarî de bi cih dikin û kokên civakî ji holê radikin. Hûn van tiştan li Stenbolê dibînin, li Îzmîrê jî li taxên ku romen, mêrdînî, bedlîsî û afyonî lê ne, piştgiriya civakî li taxên wan heye. Tiştekî din jî heye, bi veguhestina bajar re, sermaye dixitime. Her yek ji wan li cihê xwe bi porjeyên cuda cuda re rû bi rû ye. Dema ev nû derketin holê, me wekî Meclisa Jiyanê û Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan, xebatên xwe meşandin. Li Îkîncî Înonu, Ataturka girêdayî Narlidereyê, Lîmontepeya girêdayî Karabaglarê, Yuzbaşi Şerafettîn, Salih Omurtak, Mîmkent, Kuruçeşme û Guzeltepeya girêdayî Bucayê, bi sedan projeyên wiha hene."   ‘TENÊ LI HERÊMA SALHANEYÊ 110 PROJE HENE'   Akcan destnîşan kir ku gelek cihên ji bo plansaziyê hatine veqetandin, li gorî jeofîzîkê ne guncav e û wiha pê de çû: "Li navçeya Bayrakliyê li gel avahiyên bilind, 20 avahiyên din jî tên çêkirin. Herêma Salhaneyê li nêzî behrê ye û ava vê herêmê gelekî bi tevger e. Herêmên ku dixwazin avahiyên bilind lê çêkin, cihê afadê ne. Taxên wekî Mîmkent, Salhane û Egekent, dîsa taxa Hîlalê û herêma Kuruçayê cihê lêhiyê ye û ev herêm dê bi karesateke mezin re rû bi rû bimîne.Tenê li Salhaneyê 110 avahiyên bilind tên avakirin."   'ŞAREDARÎ BIXWAZE DIKARE RAWESTÎNE'   Akcan got ku "Bi rastî jî ev proje şaredariyê amade kirine" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qasî ku ez fêm dikim ku beyî ku serî li Odeya Plansaziya Bajêr û Odeya Endezyaran bidin, ev proje hatine amadekirin. Ez nikarim bêjim ku Wezareta Bajarvanî û Derûdorê bê sûc e, lê şaredarî jî destûrên cidî dide. Şaredarî bixwaze dikare rawestîne."   Akcan aşkera kir ku ew wekî HDK ew ê dest bi civînên taxan bikin û da zanîn ku kîjan platform peywirê bigire ser milê xwe, dê piştgiriyê bidin wan.