'Êrîşa li dijî elewiyan, li dijî hemû civakê pêk hatiye' 2017-12-06 09:36:04 DÎLOK - Serokê Şaxa Federasyona Komeleya Çandî ya Elewiyan a Dîlokê Yilmaz Buyukbelen, bertek nîşanî îşaretkirina malên elewiyên li Meletiyê da û wiha got: “Ev bûyer tenê ne li dijî elewiyan, li dijî hemû civakê pêk hatiye.” Li Taxa Cemal Gursel a Meletiyê, ku piranî elewî lê dijîn deriyên 13 malan hatibûn îşaretkirin. Elewiyên Dîlokê, bertek nîşanî îşaretkirina malên elewiyên Meletiyê dan. Serokê Şaxa Federasyona Komeleya Çandî ya Elewiyan (AKDF) a Dîlokê Yilmaz Buyukbelen bertek nîşanî bûyerê da û wiha axivî: “Hêzên gemarî li ser axa me planên nû dixin dewrê.”   ‘ELEWÎ Û SUNNÎ DÊ NEYÊN PÊŞBERÎ HEV’   Buyukdelen, îşaretkirina malan wekî “Tirsandina civakê” nirxand û wiha got: “Bi van nêzîkatiyan dixwazin civaka elewî û beşên civakê yên din bînin beramberî hev. Dê tu carî neyên beramberî hev. Dixwazin bûyera li Mereşê zindî bikin. Weke ku di navbera civaka elewî ya malên wan hatin îşaretkirin û civaka sunnî pirsgirêk hebin dixwazin bidin nîşandan. Bi vê yekê dixwazin herdu civakan bînin beramberî hev. Lê ev dê qet çê nebe. Civaka elewî û rêveberên wan êdî bi hestiyar tev digerin. Ev nêzîkatiyên bi hev xistin, dê tu carî bi encam nebin.    ‘HEWLDANÊN BÊHÛDE NE'   Buyukdelen, diyar kir ku di taxê de di çarçoveya rêz, heskirinê de jiyaneke heye û ev tişt bi lêv kirin: “Civaka elewî û sunniyan êdî zane ne û bi hîsgirî tev digerin. Dê hêzên gemarî tu carî negihên armanca xwe. Bûyerên di paşerojê de rû dayîn jî, her tim li herêmê lokal mane û belav nebûne. Li ser vê axê, nêzikatiyên dixwazin baweriyan bînin pêşberî hev, hewldanên bêhûde ne. Dê li ser vê axê bi ser nekevin. Kesên ku ev yek kirin divê demildest bên girtin û teslîmê darazê bên kirin.”     ‘DIVÊ HEMÛ KES LI DIJ DERBIKEVIN’    Buyukdelen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çi qasî bixwazin hewl bidin jî, dê nikaribinn bûyerên xerab pêş bixin. Ev nêzîkatî tenê li dijî elewiyan pêk nehatiye, li dijî hemû civakêpêk hatiye. Ji ber vê yekê divê hemû derdorên civakê li dij derbikevin. Ancex bi hev re em karibin bûyerên wiha têk bibin û derbas bikin.”