Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin 2019-11-18 16:32:03   AMED - Li Amedê Salih Yildiz ê 70 salî ewil bi sucdariya kenevîr çandiye girtin şandin girtîgehê. Pişti Yildiz bi qasî cezayê lê hat birîn li girtîgehê ma û hat berdan, beraet kirin.    Eskeran di 15'e tebaxa 2007'an de li Gundê Gomakê yê Navçeya Pasûrê ya Amedê operasyon li dar xistibûn. Di di operasyonê de 60 hezar kok kenevira Hînt kom kiribûn. Eskeran bi îdiaya 60 hezar kok kenevîr ya  cerdevanê teqawît Salîh Yildiz ê 70 salî ye, Yildiz binçav kiribûn. Wê demê Keyayê gund Îsmaîl Ayçîçek, li Fermandariyak Cendirmeyan wekî şahid îfade dabû û îdîa kiribû ku kenevîr aydî Yildiz ê li navçeya Liceyê dijî ye. Keya Îsmail Ayçiçek di îfadeyê de îdîa kiribû ku “Gundiyan gotiye zevî aydî Salih Yildiz e". Salîh Yildiz jî diyar kirikû ku zevî ne ya wî ye. Yildiz, anîbû ziman ku tenê carekê ji bo ziyaretaxizm3en xwe çûye Gundê Gomakê. Yildiz, anîbû ziman ku zeviya wî jî 300 metre dûrî zeviya navborî ye. Lê tevî vê yekê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi sucdariya “Kenevîra Hint çandiye" doz vekir.    ‘BI HINCETA EWLEHIYÊ KEŞÎF NEHAT KIRIN'   Dema Yildiz dihat darizandin, parêzerê Keya Îsmaîl Ayçeiçek li dadgehê xwest li nava zeviyê keşîfê bike. Lê dadgehê piştî ji Fermandariya Cendirmeyan xwest keşîf bê kirin û cendirmeyan parast ku nikarin ewlehiyê bigirin, vê carê daxwaza parêzer red kir.     LI SER ÎFADEYA ŞAHIDAN 4 SAL Û 2 MEH CEZA DAN   Dadgehê bêyî keşifê bike darizandin berdewam kir û li ser îfadya şahidan bi îdîaya "Kenevîra hînt çandiye" 4 sal û 2 meh ceza li Yildiz birî. Parêzeran di sala 2009’an de ji bo temyîzê îtîraz şandin Dadgeha bilind. Dadgehê di sala 2011'an de biryara dadgeha herêmî erê kir.    DERKET HOLÊ KU ZEVÎ YA KESEKÎ DIN E   Yildiz, beyi agahiya wî ji biryara darazê hebe jiyana xwe berdewam dikir û di sala 2016'an de hat binçavkirin û girtin. Yildiz, piştî hat girtin û 1 sal û 9 meh û 38 rojan li girtîgehê ma, belgeya ku ji Midûriyeta Tabû Kadastro ya Bajar re hat şandin, rengê darazê hat guhertin. Di xebata kadastro ya sala 2010'an de li Navçeya Pasûrê hat kirin de derket holêku zevî aydî Alî Ertaş e. Piştî belgeya Tabu Kadastro Parêzerê Yildiz, Abdulkadir Yildirim, li ser delîlên heyî dîsa serî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da. Dadgehê daxwaza ji nûve darizandinê bi hinceta bûyer li Pasûrê pêk hatiye qebûl nekir. Li ser ve yekê parêzer serî li Dadgeha Cezayê Asliye ya Pasûrê da.  Vê carê Dadgeha Cezayê Asliye ya Pasûrê serlêdana parêzer qebûl kir û ji nûve darizandinê dest pê kir. Yildiz, piştî ji nûve hat darizandin bi şertê 1 salekê serbestiya bi kontrol di 29'ê Îlona 2019'an de hat berdan.    Yildiz, piştî hat berdan, danişîna Salîh Yildiz di meha Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya Pasûrê hat dîtin û heyetê biryara beraatê da. Lê dîsa dozgeriya Pasûrê biryara beraetê îtîraz kir. Salih Yildiz ê 70 salî ku ji sala 2007'an ve tê darizandin, diyar kir ku piştî biryar li Dadgeha İstinafê bi encam bibe dê der barê Keya de gilî bike.    Parêzerê Yildiz, Abdulkadir Yıldırım ji bertek nîşanî itîraza dozger da û got: "Bêyî li cihê bûyerê lêkolîn bikin ceza li muwekilê min birîn. Beyî delîlan kom bikin ceza kirin. Lê niha îtîraz dike. Dema dadgehê ceza birî îtîraz nekir, lê niha îtîraz dike."     MA/Arjin Dilek Oncel