Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Hatîce Çevîk berdin 2019-11-18 16:28:33   STENBOL - Endama Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û gaziya Pirsûsê Çagla Seven, diyar kir ku her roja diçe zilma desthilatdariyê zêdetir dibe û got: “Em dixwazin Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayînê cihê wê hatin kirin û dibin çavan de ye, bê berdan.”    Malbatên 10’ê Cotmehê û Pirsûsê, tayînkirina qeyûm a Şaredariya Pirsûsê û binçavkirina hevaşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk şermezar kir. Înîsiyatîfê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Hevşaredara Pirsûsê û malbata 10’ê Cotmehê Hatîce Çevîk berdin” hat daliqandin. Parlamantera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, endamên Komeleya 10’ê Cotmehê û endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘ŞERMA DEMOKRASIYÊ YE’   Hevjînê Cemîl Yildiz ê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da Sûltan Yildiz, dest pê kê axivî û wiha got: “Em vê rewşê şermezar dikin. Hilbijêr ji peywirê girtin, şerma demokrasiyê ye. Demildest Hatîce Çevîk serbest berdan.”   'LI ENQERÊ ZAROKA XWE WINDA KIR’   Dûre endamê Komeleya 10’ê Cotmehê Faîk Demîr, bal kişand ser binçavklirin Hatîce Çevîk û wiha got: “Hatîce Çevîk yek ji damezrînerên komeleya me ye. Di heman demê de Çevîk zarok û xizmên xwe di komkujiya Enqerê de winda kirin. Yên ku rûyê reş ê DAIŞ’ê tehşîr dikin, erkên wan tê xespkirin. Bê mafî li wê hatiye kirin. Em dixwazin bê berdan.”   ‘EMÊ XWEDÎ DERKEVIN’   Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî, diyar kir ku qeyûm tayînê kesan nakin, tayînî hemû civakê dikin û wiha axivî: “Qeyûm tayînkirina cihê Çevik û girtina wê, êrîşa li ser destkeftiyên jinane. Wê nekarin bi girtin û binçavkirinan me bêdeng bikin. Emê xwedî destkeftiyên jinan derkevin û têkoşîna xwe dewam bikin.”   ‘DESTHILATDARIYÊ ZILMA XWE ZÊDETIR KIRIYE’   Endama Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û gaziya Pirsûsê Çagla Seven jî, da zanîn ku her roja diçe zilma desthilatdariyê zêdetir dibe û wiha bilêv kir: “Hatîce Çevîk ji 15’ê Mijdarê ve dibin çavan de ye. Bi awayekê bê hiqûq cîhê wê xesp kirin. Bi hilbijartinê nekarin qezenc bikin, niha jî bi zorê dest datînin ser vîna gel. Divê Çevîk demildest bê berdan û peywira wê bê îadekirin. Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ne bi tenê ye.”