Dema binçavkirina Hevşaredar Çevîk cara duyemîn dirêj kirin 2019-11-18 16:19:04 RIHA - Dema binçavkirina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, ji bo 2 rojan dîsa dirêj kirin.    Dema binçavkirina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku di çarçoveya lêpirsîneke ji alliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû destpêkirin de di 15'ê Mijdarê de ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, hat dirêjkirin. Çevîk anîn Dadgeha Cezaya Silhê ya Rihayê û ji bo 2 rojan dîsa dema binçavkirina wê dirêj kirin.    Piştî ku dema binçavkirina wê cara duyemîn hat dirêjkirin, polisan Çevîk bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Rihayê.