Di mirina Engîn Eroglû de ajokarê otobusê biqisûr hat dîtin 2019-11-18 16:11:52   DERSIM - Di rapora ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hat amadekirin de ajokarê otobusa ku bû sedema mirina Engîn Eroglû ji sedî 100 biqisûr hat dîtin.    Di 15'ê Hezîrana 2019'an de li gundê Yonca yê navçeya Pulur a Dersimê, deriyê baxaja otobusekê vebûbû û li Engîn Eroglû ku sewalan diçirand ketibû. Eroglû li ser vê yekê ketibû Çemê Mûnzûrê û cenazeyê wî piştî 19 rojan hatibû dîtin.  Lêpirsîna ku tekildarî mirina Erdoglû hatibû vekirin, didome. Di çarçoveya lêpirsînê de li ser daxwaza Serokatiya Daîreya Pisporiya Trafîqê ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve ve raporek hat amadekirin. Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn têkildarî raporê axivî û diyar kir ku di raporê de ajokarê otobusê ji sedî 100 biqisûr hat dîtin.    Çetîn destnîşan kir ku bi raporê careke din hatiye teqezkirin ku Eroglû ji ber lêketina deriyê baxaja otobusê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Ji ber vê sedemê me ji Dozgeriya Pulur daxwaz kir ku li cihê bûyerê keşfeke din pêk bîne û ajokarê otobusê bê girtin."