HDP'iyan li Dêrîkê serdana esnafan kir 2019-11-18 15:42:18   MÊRDÎN - HDP'iyan li navçeya Dêrikê ku qeyûm tayînî şaredariya wê hat kirin, serdana esnafan kir.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, di 16'ê Mijdarê de bi sûcdariya "endamê rêxistinê" ne derbarê hevşaredarên Stewr, Dêrik û Şemrexê de lêpirsîn da destpêkirin û wan ji peywirê dûr xist û qeyûm tayînî şûna wan kir. HDP'î li navçeya Derikê ku hê jî hevşaredaran wan di bin çavan de ye, serdana esnafan kirin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, Hevşaredarê Dêrikê Mehmet Şerîf Kiran û endamên Meclisa Şaredariyê jî di nav de gelek kes tevlî serdanê bûn.    'EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN'   Di serdanê de Ebrû Gunay bi esnafan re sohbet kir û têkildarî tayînkirina qeyûman esnafan agahdar kir û ev tişt anî ziman: "Qeyûm tenê tayînî şaredariyên me nehatin kirin. Qeyûm tayînî vîna me hatin kirin. Vîna gelê me hat xespkirin. Divê ku em ji niha şûn de hê bêtir bên gel hev. Me heta îro li ber xwe de, em ê ji niha şûn ve jî li ber xwe bidin. Divê rêz ji encama ku ji sindoqê derket re bê girtin. Dê gelê kurd xwedî li vîna xwe derkeve."