Ji 25 fezlekeyên ji bo Meclîsê hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e 2019-11-18 15:33:18 ENQERE - Ji bo 25 fezlekeyên ji rojeva Meclîsê re hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e. Ji fezlekan 13 jê ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede hatine amadekirin.   Bi daxwaza rakirina mafê destnedayînê 25 fezlekeyên nû ji rojeva Meclîsê re hatin şandin. Ji 25 fezlekeyan, 24 jê têkildarî HDP’iyan e.     Ji fezlekeyan 13 jê ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede hatine amadekirin.    Fezlekeyek derbarê Parlamenterê CHP’ê yê Bursa Yuksel Ozkan hatiye amadekirin.     Parlamenterên HDP’ê yên derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: “Pervîn Bûldan (2), Sezaî Temellî (1), Ayşe Acar Başaran (1), Berdan Ozturk (1), Mûrat Sarisaç (1), Salîhe Aydenîz (1), Semra Guzel (1), Mahmût Togrûl (1), Mûsa Farisogullari (1), Nuran Îmîr (1) û Saît Dede (13).