Beriya Kongreyê Netewaya Kurd divê partiyên Kurdan kom bibin 2019-11-18 15:25:58 AMED - Nûnerên Partiyên Kurd têkildarî Yekitiya Neteweya Kurd de nerînên xwe anîn ziman û xwestin berî ku Kongreya Neteweya Kurd kom bibe, ewil partiyên Kurdan li hev kom bibin. Nûneran da zanîn ku Kongre bi lez pêwist e.  Nûnerên Partiyên Kurd der barê Yekitiya Neteweya Kurd de nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.    Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) a Amedê Vedat Dede, xwest kes û rêxistin û nûnerên Kurd kom bibin û wiha got: “Ji bo Kurdan Kongreya Neteweyî pêwist e. Beriya Kongreyê divê Partî û rêxistinên Kurd kom bibin. Divê berê partî û rêxistin nêzî hev bibin. Divê partî û rêxistinên çar perçeyên Kurdistan diyalog û hevdîtinan bikin."    'DIVÊ EWIL NÛNERÊN KURDAN KOM BIBIN Û PLANÊ DÎNIN PÊŞIYA XWE'    Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş jî bal kişand ser girîngiya Kongreya Neteweya Kurd û got: "Kongre ji bo Kurdan pêdiviyek bi lez e. Kengî rêxistinên Kurd dikevin zorê yekîtî tê bîra wan. Di sala 2013’an de bingeha kongreya neteweyî hatibû avetin. Lê berdewama wê nehat. Kongreya Netewî ji bo Kurdan pêdiviyeke mezin e. Divê hemû hêz û partiyên Kurdan bibin yek. Tenê bi gotinê nabe. Divê biryar bê girtin û plana wê bê kirin û dest bi xebatan bikin. Divê ewil Kurd kom bibin, panel û konferansê pêk bînin û dest bi amadekariya Kongreyê bikin. Divê di kongreyê de siyasetmedar, akademîsyen, ronakbîrên kurd li hev bicivin û li hev bikin. Divê delege Kurd  û Kurdistanî bin. Divê ala Kurdistanê, ax, netew, dîrok, çand û zimanê kurdan pîroz bên ditin û parastin."    ‘LI DIJÎ KURDAN NÎZAMEKE HERÊMÎ PEYDA BÛYE’   Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr jî da zanîn ku Kurdistan bi peymanên Sykes Picot û Lozanê kirin çar parçe û wiha axivî: “Ewil yek bû, kirin çar perçe û teslîmî dewletan kirin. ew rewş hêj didome. Dema Kurd li perçeyekê daxwaza erdê xwe dikin, hemû hêzên dewletan tev dibin yek û li dijî Kurdan radiwestin. Mînaka vê yekê referanduma Başûrê Kurdistanê ye. Kurdan bi awayekî demokratîk û însanî, bê şer, bê xwîn, biryar da ku dixwazin ji dewleta Iraqê cuda bin. Lê piştî referandumê nîzama heremî û dewletên din li dijî vê yekê derketin.    ‘DIVÊ KURD BI HIŞÊ NETEWEYÎ TEVBIGERIN’   Epozdemîr, anî ziman ku dewletê li gor xwe riyek daye ber xwe û wiha domand: "Tirkiyeyê riyeke nijadperest û dagirker daniye pêşiya xwe. Ev li pêş aramiya Kurdan asteng e. Divê kurd bi hişê neteweyî, fikr û axê tev bigerin. Gelê Kurd zêdteyî sed salin perçe bûne. Divê êdî Kurd kongreya xwe pêk bînin. Kê şaşî kiribe divê li pêşberî Gelê Kurd rexnedayînê bide. Divê xelatiya xwe bîne ziman. Eger feraseteke neteweyî pêş nekeve, yekitiya netewî ava bibe jî kêrî tiştekî nayê. Divê projeyek û bernameyeke netewî hebe. Pêwistiya Kurdan bi çi heye devê bê niqaşkirin û zelalkirin. Ya rast ewe ku mirov li dor helwestên neteweyî kom bibin. "