Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de qeyûm şermzar kirin 2019-11-18 15:11:29 RIHA - Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de, tayînkirina qeyûma a Şaredariya Pirsûsê hat şermezar kirin. Endamên Meclîsê yên HDP’î, dowîzên “Hatîce Çevîk vîna me ye, dest nede vîna min”, “Qeyûmê Dizek” û “Qeyûma Darbeye” vekirin.    Di civîna mehane ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de, tayînkirina qeyûm a Şaredariya Pirsûsê hat şermezarkirin. Endamên Meclîsê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civînê de wêneyê Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û hîna jî dibin çavan de tê girtin vekirin û bi dowîzên “Hatîce Çevîk vîna me ye, dest nede vîna min”, “Qeyûmê Dizek” û “Qeyûma Darbeye” vekirin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.    Berdevkê Koma HDP’ê Rûmen Baran, diyar kir ku desthilatdarî hewl dide qeyûman asayî bike û wiha axivî: “Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Ev darbeya li dijî vîna gele. Hevşaredara me bi awayekê bêhiqûq binçav kirin. Daraz û desthilatdariyê mil dane milê hev. Ji ber vê yekê daraz bi awayekê serbixwe tevnagere.”   Dûre endamê Meclîsê yê HDP’î Îsmaîl Kaplan mafê axaftina girt û wiha got: “Qandî serê derziyê jî sûc ne dîtin. Ji ber vê di rojek betlanê de qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê kirin. Ev li dijî hiqûqiyêç. Tu sûcekê Hatîce Çevîk tuneye. Ger yek ji me jî bimîne em ê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe dewam bikin.”