Başkaya: Em ê rastiyan tim vebêjin 2019-11-18 14:58:09 ENQERE - Nivîskar Fîkret Başkaya di civîna piştevaniya xwe de axivî û got: “Ew ê cezakirinên me dewam bikin, emê jî tim rastiyan vebêjin.”  Yek ji kesên pêşeng ê rexnegir nivîskar Fîkret Başkaya, ji ber nivîsa wî ya bi ser navê “Terora resen, terora dewletê ye” doz derbarê wî de hatibû vekirin. Başkaya berî danişîna xwe ya biryarê ya di 22’yê Mijdarê bê dîtin de, li Yekitiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê li dar xist. Nivîskar Başkaya, Baskin Oran û Îsmaîl Beşîkçî, parêzer Levent Kanat, Parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz û Siyasetmedar Şukriye Ercan beşderî civînê bûn.       Baslin Oran di civînê de axivî û wiha got: “Bi hinceta ‘propagandeya rêxistina terorê kirin’ derbarê Başkaya de doz vekirin. Wisan xuya dike ku ‘Edaleta Tirk’ dixwaze di van rojan de berdêlek din bi Mamosta Fikret bide dayîn. Em Başkaya û nivîsên wî bi biryardarî diparêzin. Em dixwazin ku daraz û Qanûna Bingehîn ne kesên rexnegir, kesên ku azadiyan sînor dikin, bi darizînin.”    BEŞÎKÇÎ: ZANÎNGEK KOLETIYÊ    Dûre nivîskar Beşîkçî axivî û diyar kir ku pîvanê herî girîng ên civakên hemdem û demokratîk pîvana azadiya fikir û ramanê ye. Beşikçî, da zanîn ku raman azadiya fikir, jiyan, huner, zanist, çapemeniyê ye û wiha got: “Dibe ku bajarên me yên mezin û apartmanên me yên bilind hebin. Lê ev nayin wateya hemdembûnê. Îfadeya hemdembûnê, îfadeya azadiyê ye.” Piştre Parlamenterê HDP’ê Pekoz mafê axaftinê girt û wiha got: “Divê em piştevahiyê bikin Başkaya. Niha herî zêde pêdiviya me bi piştevanî, berxwedan û azadiyê heye.”    ‘ANTİ-HUKUK DÖNEMİ’   Parêzer Levent Kanat jî,  bal kişand ser azadiya raman û wiha axivî: “Îro em ketin pêvajoyek nû.  Piştî daraza siyasî û hiqûqa dijmin, pênaseya dij-hiqûqê dikin. Pir bêperwane. Dadgehên îro rê û rêzikan guhdar nakin.”    BAŞKAYA: EMÊ GOTINÊN XWE DEWAM BIKIN   Dûre nivîskar Başkaya bal kişand ser doza lê hatiye vekirin û wiha axivî: “Mêze bikin ev doza kembax ev 3 salin dewam dike. Tu nikarin derdê xwe vêbêjî. Dadgeha tirk û dozgerê tirk jî vê fêm nakin. Ji ber nivîsên min ên di Ozgur Gundemê de, 3 rojên min di DGM’ê de derbas dibin. Ez ewqas pir zêde diçim, êdî em bi polîsan re dev û rûyê hev dikevin. Bawîşka vê rejîmê tuneye. Ew ê cezakirinên me dewam bikin û em ê jî tim rastiyan vebêjin.”