Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê îqtîdar îstîfa bike 2019-11-18 14:29:37   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li dijî tayînkirina qeyûman û întîharên dawî yên zêde bûne, li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Platformê anî ziman ku çareserî bi şer û kuştinê pêk nayê û xwest îqtîdara siyasî bi komî îstîfa bike.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li dijî tayînkirina qeyûman û întîharên dawî yên zêde bûne, li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Platfromê “Ji întîharên komî re na, em îstîfaya komî dixwazin" vekirin. Nûnerên sendîkayan û endamên platformê amade bûn. Kêmê bê navber dirûşmeya “Ne ji bo şer, ji bo gel butçe" berz kirin. Bi Kurdî Orhan îlim daxuyanî xwend û wiha got: "Mixabîn di welatê me de van 10 rojên dawî de întiharên tevahî lipeyhev qewimîn. Pêşîye 7’ê  Mijdarê  de li Stenbolê 4 xûşk û birayan bi sîyanurê ve întihar kir. Hat ragihandın kû deynê malbatê pir zede buye, 8 mehe nikarin kirya mala xwe bidin û maaşa malê ye heyî jî hatiye hecz kirin.  2 roja şunde îcar li Antalyayê tevî 2 zarokên xwe 4 kes, û heftîyekî şunde dîsa li Stenbolê tevi zaroka xwe 3 kes li mala xwe de mirî hatin dîtin. Di van herd bûyeran de jî şopên sîyanurê hatin dîtin û hat ragihandın kû ev herdu malbat jî bin deynan de bune."    Îlîm, ani ziman ku 2 roj berî niha jî li Çınara Amedê mamosteye Esat Tarhan întihar kir û wiha got: "Dîsa hat ragihandin kû ev 3 salin ji ber deynan psîkolojîya wî xirab buye. Bi rastî divê li ser van buyerên ku di civatê de jî dengvedan bihata sekinandin û kolandın lê beravajîyi vê bi alîyê gurubên medyayên kû yek deng yek reng ve hate tewişandin da ku bingeha aborî ya întiharan bête veşartin. Etîka çapemeniyê hate puç kirin û belge û pirtukên malbatê hate parve kirin."    Îlîm, da zanîn ku hejmarên ku TUÎK û wezaret li ser aborîyê parve dikin enflasyona rastî nişan nade û wiha lê zêde kir: "Van tewişandinên medyayê jî wê negihêje armanca xwe. Bi rastî a ku mezin dibe bêkarî û sermayedarin. Li gor TUÎK’ê bêkarî 2.9’a zede buye û gihêştîye ji sedî 14’yan.  Ango di navbera salekî de 980 hezarî zede bûye û gihiştiye 4 mîlyon 650 hezarî. Lê ligor DÎSK-AR’ê rêjeya bêkartîyê gihiştiye ji sedî 21’ê.   Em wek kedkaran sedem û berpirsiyarên vê rewşe baş dinasin. Berbirsîyarên vê rewşê, ên ku alîyekî mizginîya astenk kirina grêvan dide sermayedaran û alîyekî din jî kedkaran bi guleyan ve îmtihan dikin ewin, ên ku bi alîyê qirarnameyan ve bi deh hezaran kes li kar avêtin, her roj agahîyên zem, operasyon, mirin, kuştin û qeyyuman parve dikin ewin.  Ên ku îradeya gel nas nakin û dijminatîyê nîşan didin , ên ku Hevşaredarê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli beramberî şaredarên navçeyan ve di nav hucrêyên rînge de ji Amedê heya Qeyserîyê bêyî vêsan birin, ewin. Berpirsîyar di heman deme de ên ku naveroka heq, hiqûq û dadê vala dikin, ên ku bi alîyêkî li ser navê demogojîya “Di welat de aştî, Cihande aştî“ gele me dixapînin û alîyekî ve jî di refên şer û dagirîye de rêz dibin û yên ku van sepandinan re  “tiştên baş” dijîn ewin jî."    'TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'    Îlîm, herî dawî bang kir û got: "Em wek nûnerên Platforma Ked û Aştîyê a Amedê, em bawer dikin ku jîyan û rumeta mirovahîyê li ser her tiştî ye. Şer, pevçûn, mirin çareserî nîne, çareserî îstîfaya hemû rêveberîya îqtîdar û opozîsyona ajotîye. Ji ber vê yeke, em bang li gelên xwe dikin ku werin em li hemberî faşîzmê bigihêjin hev û tekoşîna xwe  bilind bikin."