‘Li geliyê Heskifê û Dîcleyê qiyamet radibe' 2019-11-18 14:09:12   ÊLIH – Hewldaa Heskifê, diyar kir ku piştî ava Bendava Ilısu bilind bû, li geliyê Heskîf û Dicleyê rojên qiyametê dijîn û wiha bang kir: "Ji bo parastina Heskifê hêj ne dereng e. Bila Dîcle azad biherike."    Hewldana Jiyandina Heskifê, bi sernavê “Geliyê Heskif û Dicleyê rojên qiyametê dijîn" daxuyanî da û bang li cemaweriyê kir ku têkevin nava hewldanan. Hewldanê anî ziman ku li gorî lêkolînan şopa mirovan heta 300  hezar sal berê li vir xuya dibe û wiha got: "Yekem car mirov 12 hezar sal berê li  vir bi cih û war bûne. Muzeya servekirî ye. Bajarekî antik e. Herî kêm 24 şaristanî hatine li vir bi cih bûne û çûne. Di i lêkolînên erdkolojiyê de 289 hoyuk, 199 wargeh, û herî kêm 100 cureyên endemik bi tunebunê re rû bi rû ne. Ev nirxên dirokî piştî 50 sal şûnde dê di bin avê de bimînin û tune bibin. Ji ber vê yekê em bang li cemaweriyê dikin ku Ji bo heskifê hêj ne dereng e. Bila Dîcle Azad biherike."