Di dewriya Tirkiye û Rûsyayê de jinek birîndar bû 2019-11-18 13:19:49   KOBANÊ - Di dewriya hevpar a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de maşîneyeke zirxî ket gundiyên ku dewriyeyê şermezar kirin û jinekî birîndar bû.    Tirkiye û Rûsyayê, di navbera gundê Mars Mîle û Xerîb dewriyeke hevpar pêk anîn. Gelên li herêmê bertek nîşanî dewriyeyê dan. Di dema çalakiya gundiyên ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê weke dagirkerî dibînin de maşîneyeke zirxî ya Tirkiyeyê li jinekî qelibî. Jina maşîne li qelibî ji piyê xwe birîndar bû û ew rakirina Nexweşxaneya Kobanê. Hat hînbûn ku rewşa jina birîndar baş e.    Li aliyê din hat hînbûn ku maşîneya zirxî li wesayîtên sivîl jî qelibîne û xesar dane 2 wesayîtên sivîl.