Li dor girtîgehkê qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin 2017-12-06 09:31:41 AMED- Li dor bariyerên betonî yên li hawirdora Girtîgeha Tîpa E ya Amedê qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin.  Li Amedê Rewşa Awarte, bi rengê rêveberiya awarte xwe dide der. Ji ber vê gelek kuçe, kolan û riyên sereke bi hinceta ewlehiyê bi bariyerên betonî tên girtin. Piştî îlankirina OHAL'ê hema bêje li her derê bajêr bariyerên betonî hene û niha ev yek qatek din jî tê zêdekirin. Li dor bariyerên betonî yên li hawirdora Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku li ser Kolana Emekê ye qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin. Ji ber van bariyeran peyariya kolanê hatiye girtin û welatî ji neçarî li nêv rê dimeşin.