Gelê Kobanê vê carê bi molotofan bersîv da dewriya eskerên Tirk û Rûs 2019-11-18 12:47:20 KOBANÊ - Gelê Kobanê piştî çend roj berê bi keviran bersîv da dewriya eskerên Tirk û Rûs, vê carê bi molotof û keviran bersîve da dewriyeyê. Dema dewriya ku ji cemse û maşîneyên zirxî yên eskerên Tirk û Rûs li navçeya Şeran a Kobanê tûr avêt, gel rê li pêş wan girt û bi molotofan bersîv da wan.  Dewriyeyên eskerên Tirk û Rûs ên li ser sînor û bajarên Rojava didome. Bertek û nerazibûna xelkê Kobanê, Kamişlo, Dêrik û navçeyên wê yên li dijî eskerên Tirk û Rûs jî berdewam dikin. Gelê Kobanê piştî çend roj berê bi keviran bersîv da dewriya eskerên Tirk û Rûs, vê carê bi molotof û keviran bersîve da dewriyeyê. Dema dewriya ku ji cemse û maşîneyên zirxî yên eskerên Tirk û Rûs li navçeya Şeran a Kobanê tûr avêt, gel rê li pêş wan girt û bi molotofan bersîv da wan.