Çalakiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin Zanîngeh, dibistan û banka hatin girtin 2019-11-18 11:30:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di roja çaran de xwepêşandan û nezîbûnên li dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriya hikûmeta Îranê didomin. Di çalakiyan de li Îran û li Rojhilatê Kurdistanê hejmara kuştiyan gihişt 30 kesan. Tê diyarkirin ku hêzên dewletê zêdetirî hezar kes revandine û kesên birîndar jî ji tirsa girtinê serdana nexweşxaneyan nakin.   Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di roja çaran de xwepêşandan û nezîbûnên li dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriya hikûmeta Îranê didomin. Hêzên rejîma Îranê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi tundî êrîşê xwepêşandêran dikin. Dibistan û zanîngehên paytext Tehranê hatine girtin û piraniya bankan jî ji ber şewatê hatine girtin. Li çend navçe û bazaran qaymeqamtî hatine girtin. Her ku diçe hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe. Xwepêşandanên aştiyane yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, lê li gorî dîmenan û agahiyên ku xwepêşandêran belav kirine, bi fermana rêberê Îranê Elî Xameneyî û gefa Wezareta Navxweyî ya Îranê, hêzên ewlekariyê bi tundî êrîşê xwepêşandêran dikin.    HÊZÊN REJÎMÊ LI SER GEL GULE REŞAND   Li gorî dîmenên ku bi dest ketine, hêzên rejîmê li bajarê Ciwanro ya Kirmaşanê, li ser avahiya dadgehê bi awayek raste rast gule bi ser xwepêşanderan de berdidin. Li Kirmaşan jî heman êrîş tên kirin. Li bajarê Merîwan ya parêzgeha Sine yê jî, hêzên rejîme êrîşê gel dikin. Li gorî agahiyan gelek kes li Merîwan hatine kuştin. Li bajarê Sine û gelek cihên din jî di navbera xwepêşandêr û hêzên rejîma Îranê de alozî rû dide. Tê gotin ku navendek ewlekariyê ya ser bi supayê pasdaran ketiye destê xwepêşandêran. Bi heman awayî xwepêşandan li bajarên Îranê jî berdewam dike, duh bi şev li gelek bajaran xelk daketin qadan û li dijî hêzên dewletê barîqat danîn.   ZÊDEYÎ 30 KES HATIN KUŞTIN    Li gorî dîmenên li ser torên civakî belav bûne, duh bi şev gelek bank û navendên ser bi hikumetê ji aliyê xwepêşandêran ve hatine şewitandin. Ji ber aloziyan, hemû dibistan û zanîngehên parêzgehên Tahran, Elburz, Îsfahan, Şîraz û Xozistan hatine girtin. Ji ber aloziyê metroya Îsfahan 2 roje hatiye girtin. Li seranserê bajaran, welatiyan li cadeyan wesayîtên xwe rawestandine û rê girtîne. Li ser hejmara kuştiyan, heya niha rêjeyek fermî diyar nîne. Lê li gorî nûçeyên di torên civakî û rêxistinên mafê mirovan, heya iha li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 30 kes hatine kuştin kuştin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûne. Tê gotin gelek kes li bajarên Îranê jî hatine kuştin, lê hejmar nayê zanîn. Li gorî heman çavkaniyan, heya niha li Ciwan ro 14 kes hatine kuştin û 52 kes jî birîndarbûne. Li Merîwan 12 kes hatine kuştin, 70 kes birîndar, li Kirmaşan 9 kes hatine kuştin 20 birîndar, li Sine kesek hatiye kuştin û 26 jî birîndar.  li bajarê Bokan jî welatiyek hatiye kuştin. Tê gotin ku hêzên ewlekariyê kesên birîndar bûne, direvînin û dest didênin ser cenazeyê welatiyan jî. Tê gotin hikumeta Îran vê yekê ji bo ku sûcên xwe veşêrin dikin. Li aliyek din gelek kesên ku birîndar dibin, ji bo ku nekevin destê hêzên ewlekariyê, serdana nexweşxaneyan nakin. Li bajarên din yên Îranê jî heya niha hejmarek kuştiyan nayê zanîn. Lê li gorî dîmenên di torên civakî de belav bûne, hejmara kuştiyên li bajarên Îranê gihiştine 10 kesî û bi sedan kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku zêdetirî hezar kes li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine revandin û binçavkirin. Ji duh ve seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xetên înternetê hatine qutkirin, ji bo vê baş zanyarî ji xwepêşandanan nayê girtin.