Hemdan El-Ebid: Me hevkariya DAIŞ û Tirkiyê bi belgeyan îspat kir 2019-11-18 11:15:01   EYN ÎSA - Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid, diyar kir ku wan navên çeteyên DAIŞ`ê yên ku li rex TSK'ê êrişî herêmê kirine belge kirine û wiha got: "Binpêkirinên çeteyên Tirkiyê mîna yên DAIŞ`ê ne."    Li herêma Girê Spî û Serêkaniyê, TSK'ê û komên girêdayî wê êrîşên xwe berdewam dikin. Têkildarî rewşa dawî Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. El-Ebid got: "Erdogan herêmên ewle dagir kir, sivîl qetil kirin, bi hincetên ne rast da ku dagirkirina axa Sûriyê rewa bike şênî da koçberkirin. Her kesî kiryarên artêş û çeteyên wî li herêmên ku dagir kirine mîna Efrîn, Cerablus û Serêkaniyê dizanin, lê civaka navdewletî li hember wan sûcan bê deng e."   El-Ebid destnîşan kir ku binpêkirinên ku der heqê şêniyên herêmên dagirkirî de têne belgekirin li ser kesekî nayin veşartin û wiha axivî: "Dazgehên çapemeniyê zêdetirî sûcekê bi dîmen û wêne kişandine, mîna qetilkirina siyasetmedaran, leşkeran û lîstina bi cenazeyên wan. Weke ku çawa siyasetmedar Hevrîn Xelef û şehîd Amara kuştin."   Hemdan El-Ebid balkişand ku Tirkiyê bermahiyên DAIŞ`ê yên ku ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve tune bûne tîne herêmê, niha li rex çeteyên wê şer dikin. El-Ebid anî ziman ku wan navên gelek endamên DAIŞ`ê yên ku li herêma Girê Spî ne belge kirin di nav de koma El-Bello, El-Aqal û Ebû Abdullah El-Turkmanî. El-Ebid eşkere kir ku gelek giliyên şêniyên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî gihaştina wan weke girtin, revandina li bermaberî fîdyayan, koçberiya neçarî bi hinceta ku herêmê leşkerî ye. Lê piştre diyar dibe ku malbatên xwe di malên ku şênî bi zorê dane koçber kirine de bi cih kirine.   El-Ebid wiha domand: "Çeteyan bi mebesta guhertina demografîk malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji Kampa Eyn Îsayê revîne di malên şêniyên Girê Spî de bi cih kirine. Tevî ku malbatên xwe jî tê de bi cih kirin mîna ku li Efrîn û Cerablusê kirine. Şênî ji ber xizmeta kêm mîna kehrebe, nan û avê jî bi gazinc in, cihên giştî mîna dibistan, nexweşxane û navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine. Ji giliyên ku têne ber destê me, rûdana bûyerên mîna ku DAIŞ`ê dikirin. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gefan li şêniyan dixwin, zextê li wan dikin ji bo ku bi keçên wan re bizewicin."