Surucu: Bi qeyûman êrîşî pergala hevserokatiyê dikin 2019-11-18 11:12:40 RIHA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku herî dawî hevşaredarên Dêrik, Pirsûs, Stewr û Şemrexê yên jin hatin binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûm êrîşi pergala hevserokatiyê dikin. Armanc dikin ku destkeftiyê jinê tune bikin."  Wezîrê Karên Hundi heta niha qeyûm tayînî Hevşaredariyên Bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Gever, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Qoser, Dêrik, Şemrex, Stewr, Bismil, Peyas, Karaz, Hezro, Yenîşehir, Pasûr, Serav, Rêya Armûşê, Erdîş, Qereyazî û Pirsûsê kirin. Rêxistina HDP'ê şaredariya Pirsûsê di hilbijartina 31'ê Adarê de ji sedî 59,36 deng stendibûn. 15'ê mijdarê Hevşaredarên jin ên Stewr, Dêrik, Şemrex û Pirsûsê binçavkirin û piştre wezîrê karên hundir qeyûm tayînî şûna wan kir. Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevîk bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin û şandin girtîgehê. Li Şûna Hatice Çevik Qeymeqam Kenan Aktaş tayîn kirin.    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku herî dawî hevşaredarên Dêrik, Pirsûs, Stewr û Şemrexê yên jin hatin binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûm êrîşi pergala hevserokatiyê dikin. Armanc dikin ku destkeftiyê jinê tune bikin." Surucu, anî ziman ku partiya wan bi dengekî zêde Şaredariya Pirsûsê bi dest xist û wiha got: "Vîna gel cara duyemîn xeps kirin. Roja ku hevşaredarên me yên jin Dêrik, Pirsûs, Stewr û Şemrexê hatin binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan kir. Dema em dinerin, tayînkirina qeyûmê li dijî pergala hevserokatiyê ye. li dijî destkeftiyên jinê ne. Destûr nadin ku kesên gel ew hilbijartine bajar bi rêve bibin û bibin vîna gel. Berê jî qeyûm tayîn kirin û projeyên şaredariyê nîvco hiştin. Ev li dijî demokrasî, mafê jinê û mafê mirovan e.    Di şexsê hevşaredarên Pirsûs, Dêrik, Stewr û Şemrexê de destkeftiyê jinê kirine hedef. Pergala faşist dijminantiya li ser jinê carek din aşkere kiriye. Ev pergal vîna jinê qebûl nake. Naxwaze fikra jinê pêş bikeve. Ev erîşa li dijî pergala partiya me ya Hevserokatiyê ye. Pergala AKP-MHP'ê li ser zilm û tundiyê hatiye avakirin."