Piştî 398 rojan şûnde doza Demîrtaş dest pê dike 2017-12-06 09:31:17 ENQERE - Wê sibê danişîna ewil a doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Sîncanê pêk bê. Dadgehê teblîx kiribû ku dê Demîrtaş neyînin dadgehê, lê belê Demîrtaş jî ji parêzerên xwe re gotibû ew ê jî bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê nebe.  Wê sibê danişîna yekemîn a Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn a Enqereyê pêk bê. 37 fezlekyên ji ber axaftinên Demîrtaş hatin amadekirin di îdianameyê de cih digirin û ev fezleke bi tawanbariya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" hatine amadekirin. Demîrtaş di 4'ê Mijdara 2016'an de li dozgeriyê îfade dabû, lê belê danişîna ewil piştî 398 rojan şûnde wê di 7'ê Kanûnê de pêk bê.    WÊ DEMÎRTAŞ NEYÎNIN    Dadgehê du roj berê teblîxatek ji parêzerên Demîrtaş re şand û di teblîxatê de hat diyarkirin ku bi hinceta "ewlehiyê" ew ê Demîrtaş neyînin danişînê û hat xwestin ku bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe. Lê belê Demîrtaş jî bi riya parêzerên xwe ragihand ku ew ê bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê nebe. Her wiha hat hînbûn ku wê danişîna Demîrtaş ne li Edliyeya Enqereyê, li eywaneke Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk bê.    Yek ji parêzerên Demîrtaş Aydin Erdogan danişîna ku dê sibê pêk bê wiha wesifand: "Doza kîn û husûmeteke siyasî." Erdogan wiha axivî: "Rast e Demîrtaş rêveberê rêxistinekê ye. Lê belê ev rêxistin HDP ye. Demîrtaş hevserokê hemû deste û koma meclîsê ya HDP'ê ye."   ‘TÊKÇÛNA EWIL A AKP'Ê'    Erdogan encamên hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2017'an bi bîr xistin û wiha got: "Ji sala 2002'yan ve cara ewil AKP li hemberî HDP'ê têk çû. Piştî vê têkçûyînê, AKP'ya ku di sindoqa hilbijartinê de bi ser neket, vê carê bi destê darazê xwest HDP'ê bitepisîne."    Wê danişîna Demîrtaş li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk bê. Erdogan bertek nîşanî vê yekê de û wiha got: "Bêyî ku sedemeke têbor hebe, danişînê veguhastin Sîncanê. Serokatiya Komîsyona Edliyeya Enqereyê eywanên danişînê diyar dike. Ev dozeke siyasî ye. Divê endamên Komîsyona Edaletê û xebatkarên edliyeyê berbayî van aramancên siyasî nebin. Muxatabê Demîrtaş Erdogan e. Divê Erdogan jî vê muxatabiya xwe li qadên hilbijartinê nîşan bide. Li girtîgehan ragirtina Demîrtaş, astengkirina siyasetê tê wateya tirs û tengezariyê."    Parêzer Erdogan diyar kir ku polîs û dozgerên ku der barê Demîrtaş de fezleke amade kirine hemû ji ber FETO'yê hatine girtin an jî îxrackirin û ev tişt gotin: "Ev doz dozeke kûmpasî ye. Ji bo van kûmpasên ku di dozên Balyoz û Ergenekonê de dihatin kirin derhuqûqîtî dihat gotin, lê belê dema mesele dibin kurd û HDP ev vediguhere huqûqê. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev doz mîrateya ji FETO'yê mayî ye."