Ji Geliyê Dîcleyê rengên jiyanê 2019-11-18 11:08:01   AMED - Geliyê Dîcleyê ku di bin gefa bendav, avdaniya şaş, birîna daran û avabûna avahiyan de ye, bi hatina payîzê re rengên cûda yên xwezayî lê diyar bûn.    Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê ku di lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye û ji aliyê hikûmetê ve ji avabûna avahiyan re hatiye vekirin, bi hatina payîzê re rengên cûda lê vebûn. Her çiqas destûra avabûna avahiyan hatibe betalkirin jî tirsa ku dê avahî li gelî bê çêkirin ranebûye.    Cotkarên geliyê ku bi rengên payîzê xemiliye, fikara hilberandina berhemen zivistanê wan girtiye. Masîvanê ku hewaya bi tav ji xwe re weke firsend dîtine jî xwe li gelî girtine û li ser çem masiyan digirin.