Îdîanameya ku kirin sedema tayînkirina qeyûm red kirin 2019-11-18 10:17:22 ŞIRNEX - Dadgehê, têkildarî lêpirsînek der barê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku kirin sedema tayînkirina qeyûm de biryara "Bêşopandinê" da û der barê dosyayekê de jî biryara redkirinê da. Dadgehê îdîanameya ku dozger amade kiribû dîsa li dozger vegerand.    Wezîrê Karên Hundir, di 29'ê Cotmeha 2019'an de Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ji peyvirê dûr xist û qeyûm tayînî şûna wî kiribû. Wezaretê di heman rojê de Qeymeqamê Cizîrê Davut Sinanoglu wekî qeyûm tayînî şûna wî kir. Wezaretê hinceta dûrxistan ji peyvira şaredariyê jî dosya doza ku bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê " li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tê darizandin hincet nîşan dabû. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê bi sûcdariya "Pesnê Suc û sucdar daye û propagandaya rêxistinê kiriye" bi lêpirsîna hêjmar 2019/1638'an û bi sucdariya "Pesnê sûc û sûcdar daye" bi lêpirsîna hêjmar 2019/4608'an hincet nîşan dabû. Derket holê ku dosya hêjmara 2019/4608'an a "Pesnê sûc û sûcdar daye" bi "Bêşopandinê" bi encam bûye. Lêpirsîna dosya hêjmar 2019/1638'an jî temam bû. Lê Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê îdîanameya dozger paşve şand. Piştî îdîaname dîsa li dozger vegerand, dosya şand Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê. Dadgeh dosyayê dinirxîne.