Li Nisêbînê 25 kes hatin kuştin: Îfadeya rayedarekê jî nehat girtin 2019-11-18 09:32:18 MÊRDÎN - Li Nisêbînê, di dema qedexeya derketina kolanan de, 25 sîvîlên di nav de Selamet Yeşîlmen jî heyî hatin kuştin û di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê dest pê kir de, heya roja îro îfadeya rayedarekê jî nehatiye girtin.  Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di dema 7 qedexeyên derketina kolanan ên di navbera 1’ê Cotmeha 2015’an û 14’ê Adara 2016’an hatin îlankirin de, di encama gule barandina hêzên leşkerî, maşîneyên zirxî û krîza dil de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Derbarê kuştina 25 sivîlan de, lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê di çarçoveya dosyayê de heya niha tu pêşketin çênebûye û giliyên têkildarî mirinên rû dan jî, hemû bê encam man.    Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, di çarçoveya lêpirsînê de, îfadeyên gelek şahidan hatin girtin û hemû şahidên ku îfade dane jî, gotine sedama kuştina mirovan hêzên leşker û polîsane. Lê di lêpirsîna heya roja îro dewam kir de, heya niha îfadeya rayedarekê leşkerî û polîsan nehatiye girtin. Ji ber vê yekê fikara ku dosye bi dembûriyê re bê hiştin heye.      Navên welatiyên sîvîl ên jiyana xwe ji dest dan wihane: “Ahmet Sonmez (50), Şahîn Turan (25), Selamet Yeşilmen (44), Abdulkadir Yilmaz (65), Hasan Dal (45), Musur Aslan (19), Emin Oz (55), Muhammed Altunkaynak (19), Nurhan Kaplan (45), Şerif Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emin İnan (55), Cudi Teber (23), Mahsum Alpdogan (19), Fehime Akti (56), Hakan Dogan (15), Medeni Orak (45), Rohat Karakoç, Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pitek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehime Kurumaz (11), Dilşa Ak (59) û Emire Gok (39).”