Girtiyên Girtîgeha Osmaniye ji 12'ê mijdarê de di grevê de ne 2019-11-18 09:01:27   MÊRSÎN – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, li dijî şert û mercên xerab û binpêkirina mafan ji 12'ê mijdarê de di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan diyar kirin ku heta binpêkirina mafan bi dawî bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.  Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, girtî li dijî şertên xerab û binpêkirina mafên mirovan, ji 12'ê mijdarê de ketine greva birçîbûnê. Girtiyan diyar kirin ku ger binpêkirina mafan bidome dê çalakiya xwe berdewam bikin û heta binpêkirina mafan bi dawi nebe dawî li çalakiye nînin. Girtiyan anîn ziman ku mafên wan ên zagonî ji destê wan hatiye girtin û li ser piyan dixwazin bên jimartin. Girtiyan bibîr xistin ku ji ber vê yekê qebûl nakin rastî lêdanê tên û der barê wan de cezayê dîsîplînê tê birîn. Girtiyan bang li raya giştî kir û xwest herkes hestiyar nêzîk bibe.    'EM BI NÊZÎKATIYÊN KEYFÎ RE RÛ BI RÛ NE'   Omer Îpek, diyar kir ku wî bi birayê xwe Mehmet Îpek re hevdîtin kiriye û wiha got: "Birayê min bal kişand ser zexta li ser girtiyan. Birayê min got 'Ji me dixwazin ku me li ser piyan bijmêrin. Ewil bi kamerayê dijimartin. Piştre bê kamera dihatin li me didan. Di sewqê nexweşxaneyan de dixwazin em tevî kelepçeyê muayeneye bibin. Li me didin. Rojnameyen me nadin me. Gardiyan li wêneyên malbatên me dinerin û neheqiyê li me dikin. Bi awayekî Keyfî  cezayê dîsîplînê didin me. 3 mehan cezayê hevdîtine dane min. Milê hevalekî me şikestiye. Sewqî nexweşxaneyê nakin. Em bi pêkanînên keyfi re rû bi rû ne. Me li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Omer Îpek da zanîn ku hem mafê girtiyan binpê dikin û hem jî mafê malbatan binpê dikin û wiha axivî: "Hevdîtina saetekê daxistine 45 deqîqeyan. Em di gelek lêgerînan re derbas dibin. Me xwest em der barê van binpêkirinan de serî li dozgeriyê bidin, lê bersîv neda me. Ji ber ku em kurd in, em rastî pêkanînên li dijî mirovahiyê tên."      Mahmut Amaç jî anî ziman ku birayê wî Adem Amaç di 12'ê Mijdarê de li wî geriya ye û rastî lêpirsîna disiplinê hatiye. Amaç, da zanîn ku birayê wî rastî cezayê hevdîtina salê hatiye û ji ber vê yekê ji 12'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Birayê min xwest ev binpêkirin bi dawî bibin.    Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê jî diyar kirin ku ji bo binpêkirina mafan lêkolîn bikin dê di nava hefteyê de heyetekê ava bikin û biçin lêkolîn bikin.