Xwendekara der barê wê de lêpirsîn vekirin di 4 saetan de ji leyliyê dûr xistin 2019-11-18 09:01:26 MÊRSÎN – Berîtan Ersoy a li Zanîngeha Mersinê dixwend, bi hinceta Serdozgeriya Komarê ya Derikê der barê wê de lêpirsîn vekiriye, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye"  ji Leyliya Xwendekarên Jin a KYK'ê ya Mêrsînê dûr xistin.  Xwendekara Zaningeha Mêrsînê Beritan Ersoy, piştî Serdozgeriya Komarê ya Derîkê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn vekir, Midûrê Saziya Leyliya Xwendekarên Jin a KYK'ê ya Mêrsînê der barê wê de lêpirsîn vekir. Midûrê ku ji Ersoy parastin xwest, hêj Ersoy parastin nekiribû bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kiriye" ji leyliyê dûr xist. Ersoy, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ji ber tişta bi serê wê de hatiye nikare têkeve ezmûnên xwe. Ersoy, anî ziman ku di 15'ê mijdoarê de midûriyeta polîsan û dozger li Midûriyeta Leyliyê geriya ye û diyar kiriye ku der barê wê de lêpirsîn dane vekirin piştî vê yekê 4 saet şûnde têkiliya wê û saziya leyliya xwendekaran ji hev qut kirin.  Ersoy, anî ziman ku ji ber vê yekê pir mexdûr bûye û got: "Ez ji ber vê mexdûriyetê nikaribûm têkevim ezmûnê. Dibistana min dê dirêj bibe. Ez ê nikaribim di wextê xwe de dibistana xwe xelas bikim. Ez hatim mexdûr kirin."