'Ji ber me maşîna plaka wê 21 slav kir em rastî êrîşê hatin' 2019-11-18 09:01:22 AMED - Hevalê Şîrîn Tosûn ê 19 salî ku li Sakaryayê rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da, Mahsun Zeren, serpêhatiyên xwe vegot û diyar kir ku ji ber wan maşîna plaqeya wê 21 silav kirin, rastî êrîşa komekê hatin û wiha got: "Kurdên li Sakaryayê kar dikin wekî çîna duyemîn tên dîtin. " Şîrîn Tosûnê ji Amedê, tevî xwişk û birayên xwe ji bo kar çûbûn Sakaryayê. Di 21'ê Tebaxê de Şîrîn Tosûn ê 19 salî tevî hevalê xwe Mahsun Zeren ji gundê parali yê navçeya Karasû ya Sakaryayê vedigeriya, wesayîteke plakeya wê 21 leqayî wan hat. Tosûn û Zeren destê xwe lê rakirin û bi kurdî bi hev re diaxivin. Dema bi kurdî diaxivin 6 kesên li derdorê bi çekan êrîşî wan kirin û fîşek li serê Tosûn ket. Hevalê wî Mahsun Zeren jî bêyî birîndar bibe xelas bû. Di êrîşê de Zere. çû malekê û alîkariyê xwest. Paşê ambulans hat cihê bûyerê û Tosûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sakaryayê. Tosûn, piştî 51 rojên li nexweşxaneyê di 13'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê wî anîn û li Taxa Kaygûsûz a navçeya Pîran a Amedê veşart.    Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê lêpirsîn da destpêkirin û êrîşkar hatin zevtkirin. Êrîşkar hefteyekê di bin çavan de man. Ji êrîşkaran 2 kes hatin girtin 4 kes jî hatin berdan. Lê ne dozgeriyê û ne jî midûriyeta polîsan bi tu awayî îfadeya malbata Tosûn negirtin. Birayê Tosûn Abdûrrahman Tosûn, destnîşan kir ku ji ber ku birayê wî bi kurdî xeber daye hatiye kuştin. Hevalê Şîrîn Tosun Mahsun Zeren piştî 15 rojan li nexweşxaneyê ma, hat Amedê û ji vir jî çû Bêdlisê kartol kom kirin. Mahsun Zeren, têkildarî êrîşê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'ME DESTÊ XWE LI MAŞÎNA PLAQEYA WÊ 21 RAKIR EM RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN'   Zeren, anî ziman ku ji bo findiqan kom bikin çûbûn Sakarya û wiha got: "Em her demsala havînê diçin Sakarya. Wê rojê baran dibariya. Em ji bo gerê çûn Navçeyê. Di vegerê de em li nêzî gund li ser rê rawestiyan. Maşîna plakeya wê 21 dema derbas bû me destê xwe lê rakir û me silav kir. Kêfa me hat. Dema em dihatin gund di nava koma 6 kesan de kesekî got 'Hûn çima bi me diketin. We çima destê xwe li wê maşînê li ba kir. Me jî got maşîna Amediyan bû ya hemşeriyê me bû. Li ser vê yekê çêr li me kirin. Yê li gel wan şûşeyê birayê avêt me. Dema me xwe ji şûşeyên pîra parast, yê din çek derxist û gule li ser me reşandin. Şîrîn bi guleya ewil birîndar bû. Piştre gule berda min jî. Lê ez reviyam û min xwe xelas kir. Min çû ji gundiyan alîkarî xwest. Dema em vegeriyan Şîrîn ji serê xwe ve birîndar bûbû. Yek jî li ser serê wî sekinî bû. Kesê li ber serê wî got: 'Xem nake gule bi serê wî re şiqitiye. Ji kesî re nebêje em ê di nava xwe de hal bikin' Dema me xwest em birîndar rakin kesî li erebeya xwe nekir. Tosûn nêzî 40 deqîqeyan bi birîndarî li erdê ma. Texsiyên bazirganiyê jî li me nesekinîn. Piştî ambulans hat cihê bûyerê me Tosun rakir nexweşxaneyê."    JI 6 KESAN 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN'    Zeren, anî ziman ku pişti bûyerê îfade da dozgeriyê û kesê gule berda di wêne de nas kir û wiha got: "Min 6 kes nas kirin. Ji 6 kesan tenê 3 kes hatin binçavkirin. Kesê gule berda hat girtin. Ji ber ku me slav da maşînê û ji ber ku em ji Amedê bûn em rastî êrîşê hatin.    Zeren, anî ziman ku ew dixwazin Z.A. yê 50 salî ku gule berda wan bê cezakirin û wiha bi dawî kir: "Li wir pirsgirêka me bi tu kesî re tune bû. Ez êdî naçim li wir kar nakim. Cihê em lê diman wekî axur bû. Wekî çîna duyemîn nêzî me dibûn.    MA / Mehmet Şah Oruç- Aydın Atay