Li Lûbnan, Iraq û Îranê gel çi dixwazin? 2019-11-18 09:01:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji destpêka cotmehê û heta niha li hin welatên rojhilatanavîn yên sereke çalakiyên gel ên dest pê kirine her ku diçe li kolan û qadan belav dibin. Bi taybetî li Iraq û Îranê çalakî li gelek bajaran belav bûye û didome. Xuya ye ku li Lûbnan, Iraq herî dawî Îran bi raperînên destpêkirine re wê kolan bêhtir germ bibin.  Li dewletên Rojhilata Navîn ji ber ku hikûmet û rayedarên dewletê li gorî daxwaza gel biryaran nagirin û polîtîkayan pêş naxin çalakiyên gel li kolanan her ku diçe belav dibe. Di rojên dawî de li Iraq û Îranê çalakî belav dibin. Du sedemên van raperînan xuya dike. Yek jê bi salane ji aliyê hêzên hegemon ango desthilatdar de li ser herêmê encamên van polîtîkayan de xizaniya derketiye holê. Ya duyemîn jî, jihev veqetînên mezhebî û etnîkî, her yek ji van veqetînan de aktorên siyasî û gorî berjiwendiyên wan û kiryarên wan yên xuya dibin.   Hêzên ku dixwazin li herêmê serwer bibin û  daxwazên aktorên siyasî yên herêmî di planên siyasî yên pişt perdeyê de berê xwepêşandaran di asteke girîng de bandor dike. Lê derketina gel a kolana û daxwazên wan berovajî daxwazên aktorên siyasî, lihember dewlet netew ya li rojhilatanavîn ya riziyayî û ji rê derketî xizaniya ku daye avakirin serhildan derxist holê   Dema em li Lûbnan, Iraq û Îranê dinerin gel li kolanan e û bi girseyî daxwazên xwe tînin ziman.    LI IRAQÊ HÊRSA GEL DAWÎ NABE   Li Iraq’ê xwepêşandan 1 cotmehê li bajarê Bexda û başûrê Basra, Nasiriyê, Amara, Samava û Hilla destpêkir. Li Basra bi deh hezar kombûn, lê di bajarên din xwepeşandanên biçûktir û hin aşîtiyane pêşketin. Xwepêşandana li gelek deverên welat berdewam dikin. Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan yê Iraq’ê daxuyakirin ku di xwepêşandanan de 319 kesan jiyana xwe ji dest daye ji zêdetirî 15 hezaran jî birîndar hene. Weke sembola xwepêşandanan Bexda ya qada Tehrîr girseya ku kombûbû gelek caran ji bo hukûmetê dûrûşmeya “biçin em ne we, ne jî pergala wa dixwazin” diavêjin.   DAXWAZA ÇALAKGERAN    Iraq, di cîhanê de welatê herî zêde xwedî cihên xaza xwezayî ye ku di rêza çaremîn de tê.    *Li gorî daneyên 2014 yên banqa cîhanê 40 milyon gelê li Iraqê dijî ji çara yek, rojê 1,90 dolarî (ango derdorê 3 lîreyê suriyê) debara xwe dike. Li serê her şeş malan yek mal di sînorê birçîbûnê de ye. *Di welat de bêkarî 2018’de ji sedî 7,9 bû. *Hêjmara nufûsa ciwan jî derdorê ji sedî 15 ye.   Ev hêjmar, di nufûsa ciwan de bertekan re rê vedike û ji ber vê jî xwepêşandanên herî dawî de ciwan risteke gelek mezin dileyîzin. Daxwazên bingehîn yên xwepêşandaran; bêkarî, xizanî û nebesiya xizmeta ji gel re ye. Di çalakiyên pêşketin de gelek banqa û firoşgehên girêdayî yekdestiyê hatin şewitandin. Beriya 25 cotmehê ji ber merasîmên Erbaîn xwepêşandanên navber hatibû dayîn piştî vê dîrokê ji nû ve dest pê kir. Di 28 cotmehê de Bexda jî di navde gelek bajaran derketina derve ya kolana hatin qedexekirin. Çalakvanên ku di daxwaza guhertina hukûmetê de bi israrin ji aliyê hinek komên siyasî de jî tên destekkirin. Lê dîsa jî xwepêşandar nahêlin poster, wêneyên rêberên dînî û siyasî bên hildan û destûr nadin ji bo ku armancê çalakiyên wan neyên berovajîkirin. Di xwepêşandanên li Tehrîrê komek yên ku wêneyên rêberê şiî Ayetullah Sîstanî xwestin tevlîbibin ji aliyê xwepêşandaran de hatin astengkirin. Rêberê tevgera Sadr Mukteda Es- Sadr, ji bo destekdayîna xwepêşandaran ji memûrê dewletê re bangawazî kir ji bo biçin grevê. Li ser vê bangawaziyê li 4 bajarên başûrê welêt betlane hat îlan kirin. Lê rêberê dînî , yê ku di hilbijartinên dawî de sedî 14,38 deng girtibû û li Iraqê xwedî 54 kursiyan e ji bo reform û yekîtiyê Mukteda Es- sadr û hevkarê wî yê tifqê partiya komûnîst, “ ji ber hêzên ewlekariyê zêde tundiyê dikin ji bo were lêpirsînkirin” bangawazî kir. Lê serokwezîr Abdulmehdî ji pevçûnên hatine jiyîn “ xwepêşandarên aligirê tundiyê” berpirsyar nîşanda. Li Iraqê Ayetullah Sîstanî yê li ser nufûsa Şiî bi bandore ji hukûmetê re bangawaziya “ hê nebûye dereng divê xwepêşandaran cidî bigre” kir.   LI LÛBNANÊ DAXUYANIYÊN AUN XWEPÊŞANDANAN JI NÛ VE GÛRKIR    Di encama Hukûmeta Lûbnanê baca ku xwest ji bo komunîkasyonê û taybet komunîkasyona tora civakî ya Wahtsappê pêşbixîne li dijî vê 17 cotmehê çalakiyên protestoyî di demeke kin de berbelavî Lûbnan ê bû. Li beranberê xwepêşandanan serokê Lûbnanê yê bi destê DYA hatî Saît Herîrî, 29 cotmehê îstîfakir. Daxwazên xwepêşandaran wiha ye;   * Piştî dawîkirina şerê navxweyî ango ji salên 1990 û vir ve partiyên sîyasî yên di rêveberiyê de cih digrin şuna wan komeke biçûk yên ji teknokratan avabibe û hukûmeteke biçûk serbixwe be. * Hilbijartineke zû were çêkirin * Rayedarên tevlî gendelî bûne bên darizandin.   Bi îstîfaya Herîrî di xwepêşandanan de hinek kêmbûn hate jiyîn, lê piştî daxuyaniya serok komar Mîşel Aun ya “heke di rêveberiyê de kesê ku biecibînin nîne, bila biqeştin biçin” şunda careke din xwepêşandan gûrbû.  Piştî vê daxuyaniyê li rojhilatê paytext Beyrûd’ê li Baab’ê qesra serokkomariyê bû yek ji cihên çalakgeran, gelek rêkên ku diçin bajar ji trafîkê re girtin û destbi çalakiya kirin. Piştî daxuyaniya Aun daxuyaniya ku behsa wê tê kirin pêşniyara “hukûmeteke tekno siyasî” ji hêla çalakgeran de rejîma siyasî ya heyî ji binî ve guhertina wê û şuna partiyên siyasî yên heyî bi temamî hukûmeteke serbixwe û yê teknokrartan avabibe hat daxwazkirin. Piştî îstîfa Herîrî, ji bo ewlehiye DYA 105 milyon dolarê ku weke alîkarî bida da sekinandin. Dervî vê Washînton gûman û fikarên xwe ji bo, rêxistinên Hizbullaha Şiî yên bi destek Îran’ê li ser hukûmetê her ku diçe zêde dibe bi dehan caran anibû ziman.  Ji bo lihevkirina serokwezîreke nû her çiqas nezelalî berdewambikin jî, di nava blokên siyasî de mijara namzediyê de hevdîtin didomin. Sekreterê giştî yê Hîzbullah’ê Hasan Nasrallah li ser televîzyonê daxuyaniya ku dabû îşaretê hukûmeteke ku “daxwazên gel guhdar bike” kir û daxwaz kir ku “ di wexteke herî kin de divê hukûmeteke nû bê sazkirin”   LI ÎRANÊ BI BUHAYÊ BENZÎNÊ RE SERHILDANA KU DESTPÊKIR HER KU DIÇE MEZIN DIBE   Li 15 mijdarê de ji buhayê benzînê re çalakiyên protestoyî ji bo wein lidarxistin gelek bajaran de gel derket kolana. Di roja duyemîn de eyaleta Azerbeycan navend Tebrîz, Yezd, Gîlan û Reşt, paytext Tehran, Loristan li Poldokter, Kirmanşah li Serpolzahaw û bajarên Îslamabad û li rojhilat jî Kirmanşah, Sîne, Ciwanro, Îlam, Saqiz û bajarên Urmiye belav bû. Di nava bajarên ku xwepêşandan tên kirin de Ahvaz, Hûrremşehr, Bîrcend, Meşhed, Geçsaran, Sîrcan, Bender Abbas, Îsfahan û Şîraz jî hene. Hin xwepêşandarên li Tehranê, kontakên seyareyên xwe girtin û buhayê ji niftê re hatiye kirin hat protestokirin, gel jî rêkên giştî yên diçin paytextê rêya herî mezin ya Îmam Alî ji trafîkê re girtin. Gel li paytextê rêk ji trafîkê re girtin, li başûrê welêt jî çalakgeran li Şîraz û Sultanabad’ê bi şewitandina lastîkan ve rêk ji trafîkê re girtin. Çalakgeran li rojavayê Tehranê Gohardasht, Kirmanşah, Yezd ve Tebrîz’ê destbi protestoyan kir û dûrûşmeyên “Ruhanî yê derewkar” avêtin. Ajansa nîv fermî ya Îranê gorî IRNA yê, Sîrcan ê kesek sivîl jiyana xwe ji dest daye, çend kes jî ji ber buyeran birîndarbûye. Ajansa nûçeya IRNA, xwepêşandaran li Îsfahan û girêdayî Kîrman li Sîrcanê benzînxaneyek dane ber agir. Serokkomar Hasan Ruhanî diyarkir ku di deh salên dawî de welatê wî di demek gelek zehmet re derbas dibe û îdîa kir ku buhayên hatine kirin ji bo li ser malbatên ku xizanin wê bên belavkirin. Serokkomar Hamaney xwepêşandan şermezarkirin. Di xwepêşandanan de 17 kesa jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 40 kesan hatin binçavkirin   MA - Hêvî Hesen