Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ji xeynî yekîtiyê pêdiviya Kurdan ji tiştekî din tune 2019-11-18 09:01:15 AMED - Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, diyar kir ku şert û mercê ku niha Kurd têde dijîn zaro li Kurdan û rêxistinên Kurdan dikin ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: "Ger ku Kurd yekitiya neteweyî ava nekin, dê sed salên din jî winda bikin. Ji xeynî Yekîtiya Neteweyî pêdiviyên Kurdan ji tiştekî din tune ye." Ozturk, serlêdanên Erdogan ên DYA û Rusya jî rexne kir û destnîşan kir ku çareserî li Îmraliyê ye.  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Berdan Ozturk, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, êrîşên li ser gelê Kurd, plan û projeyên li ser Kurdan û tayînkirina qeyûman ên ser Şaredariyên HDP'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Ozturk, anî ziman ku Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşê kir û wiha got: "Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployek navneteweyî dest pê kir. Êrîşa 9'ê Cotmehê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman salvegerê de pêk hatiye. Ev ne tesadufî ye. Ev nîşan dide ku komplo hêj didome. Birêz Ocalan, herî dawî dîsa bi rêya parêzerên xwe peyama aştiyê şand. Diyar kir ku îktidara AKP-MHP'ê bi şer bersîvê dide peyama wî. Ji avakirina dewletê heta niha her dem îktîdaran dijminantiya Kurdan kiriye. Ji bo Kurd nebin xwedî statu çi ji destê wan hatiye kirine. Dagirkeriya Rojava bi vê yekê ve girêdayî ye û divê wisa bê dîtin."    Ozturk, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tu awayî gefan li Tirkiyeyê naxwe û wiha got: "Rêveberiya Rojava ji Tirkiye her dem xwest ku diyalogê pêş bixin. Lê îktîdarê her dem bi hinceta herêma ewle, qad kir herêma mirinê. Îtîfaqa AKP-MHP'ê aşkere dijminantiya Kurdan kir. Di qada siyasî de gotinek wê ya bê gotin tune ye. Îktîdara niha wekî ya berê li şûna çareseriyê serî li rêya tundî, zext, komkujî û girtinê daye. Tirkiye niha wekî maşikê xistine destê xwe. Niha Tirkiye axa Rojava dagir kiriye. Tirkiye dê winda bike. Dawiya dawî Tirkiye neçar e ji axa Sûriye derkeve. Bi van polîtîkayên îktîdarê gelê Tirkiye dê winda bike. Îktîdara AKP û MHP'ê dê winda bike. Tirkiye bi destê îktîdara AKP-MHP'ê dikeve nava çiravê. Divê hemû gelên Tirkiye li dijî van polîtîkayên îktîdarê dengê xwe bilind bikin."    'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE'    Ozturk, anî ziman ku QSD'ê bi berxwedana xwe hevsengiya li Rojhilata Navîn guhert û wiha axivî. "QSD, nirxên mirovahiyê diparêze. Wekî Ruhê Kobanê li Serêkaniyê li ber xwe da. Vê berxwedanê Kurd li her dera cîhanê mafdar derxist. Ev di dîroka Kurdan de gavek yekem e. Berxwedana gelê Rojava, Kurd bi tevahiya cîhanê da nasîn û hezkirin. Bi van êrîşan îktîdara AKP-MHP'ê Tirkiye dicîhanê de bi tenê hişt. Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan dişibe 'goga pinponê' Geh li Rûsya ye, geh li DYA ye. Pêwist nake Erdogan ew qas dûr biçe. Grava Îmralî û Brêz Ocalan li vir e. Çareserî li Îmraliyêye. Birêz Ocalan ji salên 93'an heta niha dixwaze bi rêya diyalog û aştiyê pirsgirêkê çareser bike. Pirsgirêka Kurd êdî navneteweyî ye. Birêz Ocalan berê hişyar kiribû û diyar kiribû ku dema pirsgirêk bibe navdewletî aktor dê zêde bibin. Birêz Ocalan gotibû 'Em bi xwe çareseriya xwe ava bikin' Ger ku erka mutabakata Dolmabahçe pêk hatibûya Tirkiye dê li Rojhilata navîn pêşengî kiribûya. Lê hikûmetê çareserî red kir. Piştî wê çi bû? Tişta Ocalan got yek bi yek pêk hat. Hikûmetê hişyariyên Ocalan li ber çavan negirt.    'KUŞTINA BAGDADÎ A LI SER SÎNOR TÊKILIYA BI TIRKIYE RE ÎSPAT KIR'   Ozturk, da zanîn ku di bi vê rêbazê ne pêkan e pirsgirêka Kurd bi vê îktîdarê re çareser bibe û wiha lê zêde kir: "Ger ku gelê Tirkiyeyê li dijî vê îktîdara faşîst li ber xwe bide dibe ku derbasî pêvajoya çareseriyê bibe. Ger ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin em ê nêzî çareseriyê bibin. Divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Divê ji bo em faşizmê têk bibin em rêyên demokratik pêş bixin. Kuştina Bagdadî ya li ser sînor nîşan da ku têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ'ê bi hevre  heye. Bagdadî li ser sînorê Tirkiye hat kuştin e."    'ŞERTÊ HEYÎ YEKÎTIYA NETEWEYA KURD LI ME FERZ DIKE'   Ozturk, bal kişand ser pêwistiya Yekîtiya Neteweya Kurd û wiha pêde çû:  "KCD di sala 2007'an de hat avakirin. Ji wê rojê heta niha xebatên yekîtiyê dimeşîne. Şertên niha Yekîtiya Neteweya Kurd li ser me ferz dike. Niha tu tişt ji yekîtiyê ferztir tune. Ger ku em niha nebin yek em ê sed salên din jî winda bikin. Li 4 parçeyan êdî Kurdan xwe bi rêxistin kiriye. Kurd ne yên 100 sal berê ne. Divê Kurd li hemberî êrîşê nirxên xwe bibin yek. Şertên heyî yekîtiyê li me ferz dikin. Niha li Rojava dagirkerî berdewam dike. Li Başûrê Kurdistanê dagirkerî didome. Tirkiye pişti ku Rojava bi temamî dagir bike dê dest bi dagirkirina Başûr bike. Li ku Kurd hebe êrîşî hebûna Kurdan dikin. Tişta ku niha li Rojava pêş dikeve Komkujî ye. Divê em li dijî komkujiyê bibin yek."   Ozturk, da zanîn ku yekîtiya Kurdan erka her Kurdî ya dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em mecbûr in daxwazên gelê xwe pêk bînin. Divê em li diji van êrîşan bibin yek û helwestek xurt nîşan bidin. Ger ku Kurd yekitiya neteweyî ava nekin, dê sed salên din jî winda bikin. Ji xeynî Yekîtiya Neteweyî pêdiviyên Kurdan ji tiştekî din tune ye."    Ozturk, tayînkirina qeyûman jî şermezar kir û wiha got: "Tayinkirina qeyûman nenaskirina vîna Kurdan e. Dijminantiya Kurdan e. Dagirkeriya Başûr û Rojava çiye, li Bakur jî tayinkirina qeyûman heman tişt e. Di sala 1925'an de bi Fermana Îslahata  Şarkê çi armanc kirin di sala 2014'an de bi 'Plana têkçûnê' jî heman tişt armanc kirin. Dibe ku hûn avahiyên şaredariyê dagir bikin. Lê hûn nikarin vîna Kurdan bi dest bixin. Hûn nikarin ziman û çanda kurdan dîl bigirin.    Ozturk, herî dawî bang li hemû hêzên muxalif ên Tirkiyeyê kir û xwest li dijî xezpkirina vîna gel, înkar û tunekirinê bibin yek û xwest bertek û sekna pêwist nîşan bidin. Ozturk, bibîr xist ku ji bo destkeftiyên nirxên Kurdan yekîtî û têkoşîna hevpar pêwist e.    MA / Mehmet Şah Oruç