Şewata daristanê ya piştî operasyona eskerî 3 rojin didome 2019-11-17 20:27:26   AMED - Şewata daristana li navçeya Pasûra Amedê ya piştî operasyona eskerî dest pê kir, 3 rojin didome.    TSK'ê 3 roj berê li navçeya Pasûr a Amedê dest bi operasyona eskerî kiribû. Piştî operasyonê dest pê kir, li Zozanê Pasûrê li qada daristanê, agir bi daran ket. Li sêgoşeya navbera Amed, Mûş û Çewlikê piştî eskeran dest bi operasyonê kir, li qadê agir bi daristanê ket û şewat 3 rojin didome. Li GunDê Eskarê yê Pasûrê û derdorê wê li kontarê Çiyayê Dorşinê agir bi qada daristanê ket û 3 rojin şewata daristanê didome. Gelek darên mezin tev bûn xwelî. Welatiyên gund hewl didin bi derfetên xwe şewata daristanê vemirînin. Şewitandina daristanê didome.