Temellî: Ev îktîdar îktîdara zilm û şer e 2019-11-17 16:42:44   MÊRSÎN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'a Mêrsînê bû û got: "Li welatê ku edalet lê tune be hiqûqa tecrîdê serdest e. Ji ber ku ev îktîdar, îktîdara bê edaletî, zilm û şer e."    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Qesra Sevgî ya şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê li dar xist. HDP'ê bi şîara "Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin, em faşîzmê têk bibin" kongre li dar xist. Parlamenterên HDP'ê, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Nûnerên HDK, SYKP, Partiya Şoreşger, SES,  Cemxaneya Mêrsînê, ESP, TîP, DAD, Komeleya Dersîmiyan, Malên Gel, ÎHD jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mustafa Işik, axaftina vekirinê kir û serkeftin ji rêveberiya nû re xwest.    ‘HDP'Ê QET GAV PAŞVE NEAVÊT'   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, girse silav kir û wiha got: "HDP, partiya têkoşînê ye. HDP ji bo aştiyek bi rûmet û komara demokratîk tu carî di têkoşînê de gav paşve navêt û navêje. Bi biryar dê bêtir mezin bibe û pêşve biçe." Girseya li salonê axaftina Temellî qut kir û dirûşmeyên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm dê biçin gel dê bi ser bikeve" berz kir.  Temellî axaftina xwe berdewam kir û got: "Ne tenê qeyûm, ev îktidar jî dê biçe. Ji ber ku ev îktîdar a bê edaletî, zilm û şer e. Gelê me, jin, ciwan û gel şer naxwaze. Zilmê naxwaze. Gelê me li vî welatî aştiyek bi rûmet dixwaze. Çawa di 31'ê Adarê de me qeyûm şandin, em dê dîsa li gel qeyûman vê îktîdarê jî bişînin. Em tu carî teslîm nabin û gavan paşve navêjin."    '21 SALIN LI VÎ WELATÎ HIQÛQA TECRÎDÊ HEYE'    Temellî, bal kişand ser bêhiqûqiya li Tirkiye û wiha lê zêde kir: "Em niha bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Li vî welatî bê edaletî û bê hiqûqî heye. 21 salin li vî welatî hiqûqa tecrîdê heye. 5 salin tecrîda mutlaq heye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe li vî welatî pergala hiqûqê nayê avakirin. Yên di tecrîdê de israr dikin welat xistine vî halî.  Niha daraza bi alî û giredayî heye. Aştiya civakî xera dikin û li şûna wê tundiyê pêş dixin. Ji ber vê yekê em bang li hemû kesên li vi welatî dijîn dikin ku li dijî vê zordariyê têbikoşin."   PERGALA HEVSEROKATIYÊ LI TIRKIYE Û CÎHANÊ MÎNAK E   Temellî, bal kişand ser siyaseta AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Siyaseta AKP'ê qediya ye. Ji ber vê yekê êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Pergala hevserokatiyê li Tirkiye û cîhanê mînak e. Ji ber ku pergala hevserokatiyê nûnertiya wekhev e. Azadiya Jinê ye. Azadiya Civakê ye. Pergala ku vîna jina azad tune dihesibine êrîş dike. Em dê vê pergalê û vê têkoşînê li her derê belav bikin û mezin bikin. Divê em hemû li dijî polîtîkayên AKP’ê yên şer û tundiyê dengê xwe bilind bikin. Tivê em kesên li dijî DAIŞ'ê şer kiriye bibînin. Divê em tekoşîna gelê Sûriyeyê yên ji bo aştiyê bibînin. Em mecbûr in Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bibînin. Ji ber ku çareserî giredayî Jiyana Hevpar a Gelên Sûriyeyê ye. Divê gelên Sûriyeyê bi hevre di nava aştiyê de bijîn."  Temellî, bal kişand ser krîza aborî jî û wiha bi dawî kir: "Em dê li vî welatî çareseriya betalî û xizaniyê bibînin. Çareseri gel e. Butçeya gel e.'    Piştî axaftina Temellî raporên xebat û maliyê hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP'ê yên Mêrsînê Bahar Arslan û Mehmet Aliş hatin hilbijartin.