Zêdeyî 3 hezar Karkerên Sûriyeyî li dervê qeydan kar dikin Temenê zaroken karker daket 6 salî 2019-11-17 15:41:55   STENBOL - Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz, di sempozyuma ku ji aliyê HDK'ê ve bi navê "Koç, penaberî û cudakarî" hat li dar xistin de bal kişand ser karkeriya zarokan û diyar kir ku êdî zarokên 6 salî jî kar dikin û temenê zaroken karker daketiye 6 saliyê. Li Pîşesaziya Organîze ya Îkîtellî zêdeyî 3 hezar karkerên Sûriyeyî li dijî qeydan kar dikin."    Sempozyuma ku ji aliyê HDK'ê ve li Salona Şanoya Kenter a Şîşliyê der barê penaberî û koçberiyê de bi navê "Koç, penaberî û cudakarî" duh dest pê kiribû, îro jî berdewam kir. Di sempozyumê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Li salona sempozyumê bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî, pankarta “Cîhan mala me tevan e, penaberî ne bijartinek e." vekirin. Di beşa Sempozyumê ya “Koçberî, Mêtîngeriya Kedê û têkoşîn" de Oya Oznur pêşkêşî kir. Di vê rûniştinê de Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdeniz û nivîskar Ferda Koç axivîn.    Nivîskar û rojnameger Ercument Akdeniz, bi wêneyan bal kişand ser karkerên zarok ên Sûriyeyî û wiha got: Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îkitellî ya Stenbolê qadek pir modern e. Dema mirov dikeve nava wê zêdeyî 3 hezar karkerên Sûriyeyî li dijî qeydan kar dikin. Karkerên Sûriyeyî li kargeriyên li vir kar dikin. Li Ewropa karkerên di temenê zarok de tune ne. Sedema zedebkûna karkerên zarok Welatên Ewropa ye. Ji ber şert û mercên jiyanê pir dijwar in zarok wekî kesên mezin berpirsiyariyê didin ser milê xwe."    BI KOÇBERIYÊ KARKERIYA ZAROKAN JÎ ZÊDE BÛ    Akdenîz, anî ziman ku li gorî daneyên DÎSK’ê li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon zarokên karker hene û wiha axivî: "Li Sûriyeyê piştî şer pêş ket, koçberî jî zêde bû. Bi koçberiyê re temenê karkeran daket. Hêjmara zarokên karker zêde bû. Temenê zarokên karker dakediye 6 saliyê. Ji ber kedxwarî zêde bûye, karkerên Sûriyeyê jî neçar in keda xwe bazar bikin. Ji şer reviya ne hatine li Tirkiyeyê bi cih bûne. Sûriyeyiyên hatine vir bi komî li kargeriyan dixebitin û bi keda erzan debara xwe dikin. Neçar in keda xwe bazar bikin. Li gorî lêkolînan welatiyên Sûriye yên hatine ji sedî 52 dixwazin li Tirkiyeyê bimînin."    Nivîskara Sendika.org Ferda Koç, mijara “Koçberiya Kurdan û pêvajoya  karkeriya mezin a Tirkiyeyê pêşkêş kir. Koç, anî ziman ku di sala 1890'an de li cîhanê nêzî 110 hezar karker hebûn û wiha got: “Di salên 1890'an de teknolojî ew qas ne pêşketî bû. Ji sala 1900'an heta sala 1980'an li cîhanê nêzî 2 milyar karker hebûn. Di sala 2015'an de jî ev hêjmar gihiştiye 3.5 milyar karkeran. Ji ber koçberiya ji herêma Kurdan zêde bûye, karkerên Kurd bi erzanî didin xebitandin. Keda wan erzan dibînin."